'Em pêşî deng didin zarokên xwe paşê difitirin' 2019-05-22 10:35:20 STENBOL - Dayikên ku bi armanca bal bikişînin ser çalakiyên greva birçîbûnê li Qada Esenyûrtê çalakiya rûniştinê pêk tînin, li gel ku rojî digirin jî her roj tên qadê. Dayikên ku di saeta fitarê de çalakiya xwe li dar dixin dibêjin ku pêşî deng didin zarokên xwe paşê difitirin Çalakiya dayikên laçik spî ku ji bo piştgiriya zarokên xwe yên di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li der derê Girtîgeha Gebzeyê dan destpêkirin. berbelav bû. Yek ji qada ku dayikê lê çalakî pêk tînin Qada Esenyûrtê ye. Li gel hemû astengiyan jî dayikên çalakgeran her roj saet 19.30'an de tên qadê û di dorpêça polisan de ji bo bilindkirina dengê zarokên xwe çalakî li dar dixin.    BERIYA FITARÊ DIBÊJIN ZAROKÊN ME   Ji ber meha Remezanê di saeta ku herkes amadekariyên fitarê dike de, dayik tên qadê û amadekariyên çalakiyê dikin. Malbatên ku tên qadê piraniya wan bi rojî ne. Destpêkê bi hesta "Pêşî zarokên me" çalakiya xwe li dar dixin û diçin mala xwe difitirin. Arîfe Yalvaç ku xizmên wê di çalakiya greva birçîbûnê de tunene û ji bo piştgiriya malabtên din 26 roj in tê Qada Esenyûrtê diyar kir ku êdî mirinê nanwazin. Yalvaç anî ziman ku tenê sûcê wan kurdbûna wan û ev tişt got: "Bila kes çavgirtina ji me nexwaze. Divê hemû dayik bên deng bidin dengê me. Êdî dawî li vê yekê bînin."    ZINCÎRA TIRSÊ QETIYA   Yalvaç da zanîn ku dema diçin qadê ji bo kes wan nebîne, polis pê re dora wan dorpêç dikin û wiha got: "Em derketina kuçeyê û hatina qadê natirsin. Em êdî natirsini Zincîra tirsê qetiya. 6-7 mehên mirov di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Em dibêjin "Pêşî zarokên me" û tên qadê u paşê difitirin. Armanca me niyet, mal û milk nîne. Armanca me zarokên me û şikandina tecrîdê ye. Heta şikandina tecrîdê li me herame ku em li malê karekî bikin. Ya tecrîdê wê rabe ya jî em qet ji qadê neçin."    "KURÊ MIN XWÎN VEDİREŞE'   Dayikeke din ku her roj tê qadê û tevlî çalakiyê dibe, dayika çalakgerê greva birçîbûnê îsmet Taş ku ji 5'ê Çileyê ve li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F a Tekirdağê di greva birçîbûnê de ye Hazal Taş e. Dayika Taş ne tenê li Esenyûrtê li gelek deverên Stenbolê tevlî çalakiyan dide û dengê kurê xwe dide bihîstin. Taş diyar kir ku kurê 3 caran xwîn vereşiyaye û wiha got: "Em di meha Remezanê de ne, Di vê saetê de herkes difitire. Lê di gewriya me de loqek nan derbas nabe. Heta ku zarokên me di grevê de bin dê tu tiştek jî di gewriya me de derbas nebe."    'DEH DEQE BE JÎ BILA BÊN CEM ME'   Dayika Ozgul Baydogan ku hevjîn, bira û bavê wê di greva birçîbûnê de ne jî diyar kir ku rewşa çalakgeran nebaş bûye û ev tişt anî ziman: "Em nikarin 12 saet birçî bîmîn. Lê ew bi mehane di greva birçîbûnê de ne. Dema em wek malbat birçîbûna wan difikirin, ne karin paşîvê bixwin û ne jî karin bifitirin. Divê herkes piştgiriya malbatan bike. Bi taybetî bang li dayikên kurd dikim ku di vê roja me ya bi êş de bila me tenê nehêlin. Bila bên 10 deqe be jî li qadê li cem mebin."   MA / Ferhat Çelîk