Ji xwediyê marketê ji bo greva birçîbunê çalakiyek balkêş 2019-05-22 09:35:29 ÎZMÎR - Welatiyekî ku li navçeya Karabaglar a Îzmirê karê marketê dike,  ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û hezaran girtiyên siyasî, li ser refên zexîre û vexwarinan “Deng bide jiyanê" “Agahiya we ji rojiyên mirinê heye" nivîsî.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 196 in di greva birçîbûnê de ye. Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nasir Yagiz 183 rojin di grevê de ye. Berxwedana li Strasbourgê ya 14 çalakgeran û li Galler Îmam Şîş jî di roja 157'emîn dewam dike. Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyeyê ku koma ewil di 16'ê kanûna 2018'an de dest pê kiribû, di roja 158'emîn de didome. Bi hezaran girtî niha di greva birçîbûnê de ne. Dîsa 30 girtî di rojiya mirinê de ne. Welatiyekî ku li navçeya Karabaglar a Îzmirê karê marketê dike,  ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û hezaran girtiyên siyasî, li ser refên zexîre û vexwarinan “Deng bide jiyanê" “Agahiya we ji rojiyên mirinê heye" nivîsî.    'AGAHIYA WE JI ROJIYA MIRINÊ HEYE?'   Xwediyê marketê li ser refên xwarin vexwarin û zexîreyan nîşeyên “Agahiya we ji rojiya mirinê ya li girtîgehan heye?", “Deng bidin berxwedana zindanan", “Deng bidin jiyanê" "Deng bidin Leylaya" û “Leyla Guven 196 rojin di gervê de ye. Em bibin dengê wê da ku Leyla bijî" û "Bêdengî dikuje" nivîsî.    Xwediye marketê diyar kir ku gelek muşteriyên ten vir ev nîvîs bala wan dikişe u li ser vê yekê pirsan ji wî dikin. Xwediyê marketê anî ziman ku li ser bêdengiya medya îkdîdarê û nedîtina vê rastiyê xwest bi vê rêbazê balê bikişîne ser çalakiyên grevê da ku derdora xwe agahdar bike.