'Polîs got 'Şehîdekî me heye' û gule li ser me reşandin' 2019-05-22 09:35:01 RIHA - Karkerên ku li Bajaroka Elîgorê ya Rihayê di 18'ê Gulanê de rastî êrişa polîsên tîmên taybet hatin, diyar kirin ku polîsan gotiye "Li qisûrê nenerin, polîsê ji ber hevalê wî birîndar bûbû derûniya wî xwera bûbû."  Di 18'ê Gulanê de li Bajaroka Elîgor a Navçeya Pirsûsa  Rihayê polîsan dolmîşa karkerên çandiniyê ku ji Rihayê diçûn Dîlokê gule barankirin. Di bûyere de 6 karkerên çandiniyê bîrîndar bûn. Karkerên rastî gulebaranê hatin rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Pirsûs û Rihayê û niha li wir tên dermankirin. Hêj dermankirina hin karkeran berdewam dike. Ajokarê dolmîşa karkeran ê rastî êrîşê hat serpêhatiyên xwe ji Ajansa Mezopotamya (MA) re vegot.    TAM EM JI DOLMÎŞE DADIKETIN LI SER ME GULE REŞANDIN   Ajokarê dolmîşa karkeran Numan Tatli, diyar kir ku serê sibê saet di 03.00'an de karker kom kirin û ji dîlokê ber bi Navçeya Nîzîpê ya Dîlokê ve derketin rê û wiha got: "Di dolmîşê de 10 zilam û 9 jin hebûn. Em saet nêzî 04.20'an gihiştin Amîriya Trafîkê ya Herêmê. Li vir kontrola rûtîn ya re hebû. Min çar çavên maşîne vêxistin û min maşîne kişand tenişta rê. Piştre polisan got 'Ji maşînê dakevin' Tam em ji maşinê dadiketin gule berdan hewa û maşînê."     ME XWE DA NASKIRIN LÊ EM GUHDAR NEKIRIN   Tatli, destnîşan kir ku dema gule li ser wan reşandin, xwe dan naskirin lê dîsa polîsan ew guhdar nekirin û wiha berdewam kir:  “Me got Em karkerên çandiniyê ne. Lê dîsa polîsan li ser me gule barandin û gulebaran berdewam kirin. Dema min derî vekir karker ji maşînê daketin û polîsan li ser me gule reşandin. Wê demê yên birîndar bûn hebûn. Min bang li ambûlansê kir û ambulans hat. Ambulans 10 deqiqe şûnde hat. Lê destûr nedan ku ambulan  bê cihê bûyerê. Ajokarê Ambulansê navnîşan ji min xwest lê polîs destûr neda ez bersîv bidim."    BIRÎNDAR LI ERDÊ DERB KIRIN   Tatli, da zanin ku polîsan gotin "Şehîdê me heye ne axivin" û gef li wan xwar û wiha lê zêde kir: "5 karker birîndar bûbûn. Min bertek nişanî polîsan da. Wê demê polîsan li min da û neheqî li min kir. Her kes li erdê dirêj kir. Birindra jî li erdê dirêj kirin û derb kirin. Polîsan got ‘du şehîdê me hene' û gef xwarin. Bi pêhnan li me xistin. Me got 'Hûn çi ji me dixwazin' wan jî digot ‘Şehîdê me heye' Ji bo 2 hevalên wan ên hatin kuştin bi hemû kîn û nifrîna xwe  li me dan. Destûr nedan ku ambulan sê û mudaxaleyî birîndaran bike. Polîsê Tevgera Taybet pir heqaret li me kir. Ger ku polîsê trafîkê nebûya wê em hemû kuştibûna. Piştî demek şûnde em şandin nexweşxaneyê. Dema li nexweşwxaneyê îfadeya me stend, polisan ji 2 birîndaran re got “Ger ku hûn li me glî bikin emê ajokarê we binçav bikin" û gef xwarin. Li ser vê yekê 2 kesên birîndar gotin em ne dozdor in. Piştre karkeran diyar kirin ku ew ji polisên Tevgera Taybet gilîdar in. Em ê li polîsên ku em derb kirin gilî bikin.    Karkera birîndar bû Emine Çalışan jî serpêhatiyên xwe wekî gotinên ajokar dubare kir û wiha got: “Piştî gulebaranê me got em bang li Ambulansê bikin. Wan jî got ‘Hûn sûcdar in. Ambulans tune ye. Piştre ambulans hat. Me got em birindaran bibin. Lê qet alîkarî nedan me. Yekîneyên tenduristiyê alîkarî dan me. Li şûna alîkariyê bidin me, heqaret li me kirin. Ji mere gotin ‘şehidê me heye. Ji ber vê yekê em aciz in. Ji ber vê yekê gule berdane we.' Niha ez ji piyê xwe ve birîndar bûme û nikarim rabim. Kes nekeve bin milê min nikarin du gavan bavêjim.