Li Dîlokê pitika 8 rojî ji sersariyê xwîn çû ser mejiyê wê 2019-05-22 09:34:15 DÎLOK – Li Unîteya Zayînê ya Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehiyê ya Dr. Ersin Arslan, pitika 8 rojî ya dibin çavdêriyê de xistibûn kuvoza şikestî, ji ber sersariyê ket xwar û xwîn çû ser mejiyê wê.  Li Unîteya Zayînê ya Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehiyê ya Dr. Ersin Arslan, pitika 8 rojî ya hevjin Mehmet û Sibel Can ku di 30'ê Nisanê de ji dayik bû, dema xistibûn kuvoza şikestî, ji ber sersariyê ket xwar û xwîn çû ser mejiyê wê. Pitika 8 rojî Elisa Asel Can ku yekem zaroka malbatê bû, di 7'ê Gulanê de xistin kuvozê şikestî. Ji ber kuvoz şikestî bû ket xwar û xwîn çû ser pejiyê pitikê. Bav Mehmet Can, bertek nîşan da û got: "Dema pitik xistin kuvozê, hevjîna min hemşîre hişyar kir û diyar kir ku kuvoz şikestîye. Lê hemşirê got ‘Tu pirsgirêk dernakeve. Tiştek nake. Ji xwe zaroka 4-5 rojî ye, wê çawa bikeve.'  Can da zanîn ku piştî bûyerê Rêveberiya nexweşxaneyê kuvozê şikestî guhertin û wiha got: “Em dipirsin ma ji bo wê kuvozê şikestî nû bikin îlla zarokên me bikevin xwar. Pitika me ji ber sersariyê ket xwar. Li ber çavan ket xwar. Me pitika xwe saxlem teslîmî wan kir. Lê niha tenduristiya wê pir xerab e. Pişti pitika me ket xwar kuvozê şikestî tamîr kirin. Vê yekê em pir xemgîn kirin. Em ê heta dowî dozê bişopînin û şopdarê mafê xwe bin."    Rêveberiya nexweşxaneyê têkildarî mijarê pirsên ajansa me bê bersîv hişt.