Dayika çalakgerê greva birçîbûnê: Heta tecrîd rabe nobeta me wê bidome 2019-05-22 09:33:26 RIHA – Dayika Îrfan Konak a 82 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê di greva birçîbûnê de ye, Hanim Konak, diyar kir ku kurê wê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di grevê de ye û wiha got: "Em naxwazin ku zarokên me di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bidin. Em bang li hemû hêzên emokratîk dikin ku hestiyar tev bigerin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Heta tecrid rabe nobeta me wê bidome."  Bi hezaran girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di çalakiya greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. 30 girtî jî ji ber ku hikûmetê gav neavêt dest bi rojiya mirinê kirine. Yek ji girtiyên di greva biçîbûnê de ye jî Îrfan Konak e. Konak li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye" rastî 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hatiye. Îrfan Konak, 5 mehin girtî ye. Li diji tecrîdkirina Îmraliyê 82 rojin di grevê de ye.    EM DIXWAZIN TECRÎD BI DAWÎ BIBE   Dayika Konak Hanim Konak jî anî ziman ku dema çû ziyareta kurê xwe, kurê wê pir kîlo winda kiribû û wiha got: "Ji bo tecridkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe ketine grevê. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe ku zarokên me jî dest ji grevê berdin. Em naxwazin ku zarokên me di grevê de jiyana xwe ji dest bidin. Em dixazin tecrîd demek berî demekê bi dawî bibe. Ez daxwazin dayik hêsiran bibarînin.    Konak, da zanîn ku ji ber li avahiya HDP'ê ya Rihaye ketine grevê û piştgiriyê didin zarokên xwe kêfxweş in û wiha bi dawî kir: "Di hevdîtina dawî de kurê min xwest her kes deng bidin vê çalakiyê. Min berê nizanibû li vir nobet heye. Ez iro hatim tev li vê çalakiyê bûm. Divê bêtir dayik tev li vê nobetê bibin. Divê em bêtir deng bidin dengê zarokên xwe. Heta tev tecrîd bi dawî bibe emê nobetna xwe berdewam bikin."