Girtiyên li Kurkçulerê: Berxwedana me wê bidome 2019-05-22 09:32:40 EDENE – Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê bi rêya malbata xwe agahî dan û diyar kirin ku piştî girtiyan li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kirine zextên li hemberî wan zêde bûne. Girtî Mazhar Guler, anî ziman ku heta têkoşîna wan bi ser bikeve wê berxwedana wan bidome.    Piştî Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, bi hezaran girtiyên PKK'ê û PAJK'ê di pêşengiya Leyla Guven de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û berdewam dikin. Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê jî girtî li dijî tecrîdê çalakiya xwe berdewam dikin. Girtiyên li vir her ku diçe rewşa tenduristiya wan xera dibe. Yek ji girtiyên di grevê de Mazhar Guler e. Guler di 1'ê adarê de dest bi greva birçîbunê kir û 83 rojin di grevê de ye. Guler, bi rêya malbata xwe agahî da. Guler, anî ziman ku çalakgerên di grevê de tenduristiya wan her diçe xera dibe û wiha got: "Ji ber girtiyan li dijî tecrîdê dest bi grevê kirine, zextên li ser wan jî zêde bûne.    HEMÛ RADYO KOM KIRINE Û ROJNAMEYÊ NADIN ME   Guler, anî ziman ku piştî girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir û şûnde zextên li ser wan zêde bûne û wiha go: "Bê navber bi ser odeyên me de digirin. Li ser me zextên derûnî dimeşînin. Em agahî ji hevalên ye yên Bloka A û B nastînin. Rêveberiyê hemû radyoyên li beşa me kom kirine. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin me. Dîsa gelek rojname û weşanên muxalif jî nadin me. Dema hevalên me diçin nexweşaneyê rastî gef û neheqiyan tên.    REWŞA 2 ÇALAKGERAN XERAB E   Guler, da zanîn ku rewşa tenduristiya Harun Kaya û Înan Akin ên ji 5'ê Çile de ketine grevê pir xerab e û wiha got: “Em rastî pêkanînên zext, tundî, zilm û dijmirovî tên. Tevî hemû şertên xerab û zextan em dest ji doza xwe bernadin. Heta em bi ser bikevin berxwedana me wê bidome. Heta tecrîd bi dawi bibe têkoşîna me wê bidome. Ji ber ku min jimara li ser piyan qebûl nekir cezayê dîsîplînê dan min. 3 rojan cezayê hucreyê dan min. Ji ber em li dijî jimara li ser piyan derdikevin em rastî neheqî û êrîşa gardiyan û eskeran tên. Li gel ku ez nexweşê Hepatit û kezebê me jî, ez ji 1'ê Adarê ve di grevê de me. Ji Adarê ve bo tecrîdkirina Rêberê me bi dawî bibe ez di greva bêdem û bêdorveger de me."