ROJEVA 22'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-22 09:00:34 * Jinên Efrînî yên ji ber şer koçî Îzmirê kirine, her çend ji bo cejnê deriyê sînor vebûbe jî bi sedema ewlehiya wan tune nikarin vegerin Efrînê û malbatên xwe bibînin. Jinên Efrîni berî her tiştî dixwazin şerê li herêmê bi dawî bibe û vegerin ser axa xwe.    * Kedkarên KESK’ê ji bo mafê keda xwe biparêzin wê di 24'ê Gulanê de li pêş Wezareta Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê ya Enqereyê kom bibin û doza mafê xwe bikin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mûşê Îlyas Aslan, diyar kir ku wekî kedkar ji bo li ked û pêşeroja xwe xwedî derkevin wê bimeşin  Enqereyê.    * Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ya Edeneyê bi rêya malbata xwe agahî dan û diyar kirin ku piştî girtiyan li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê û rojiya mirinê kirine zextên li hemberî wan zêde bûne. Girtî Mazhar Guler, anî ziman ku heta têkoşîna wan bi ser bikeve wê berxwedana wan bidome.    * Dayika Îrfan Konak a 82 rojin li Girtîgeha Tîpa T a Rihayê di greva birçîbûnê de ye, Hanim Konak, diyar kir ku kurê wê ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di grevê de ye û wiha got: "Em naxwazin ku zarokên me di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest bidin. Em bang li hemû hêzên emokratîk dikin ku hestiyar tev bigerin. Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Heta tecrid rabe nobeta me wê bidome."    * Li Unîteya Zayînê ya Nexweşxaneya Lêkolin û Perwerdehiyê ya Dr. Ersin Arslan, pitika 8 rojî ya dibin çavdêriyê de xistibûn kuvoza şikestî, ji ber sersariyê ket xwar û xwîn çû ser mejiyê wê.    * Dayikên Laçik Spî yên ku zarokên wan di grevê de ne, bi armanca dengê zarokên xwe bilind bikin wê çalakiya xwe li Parka Koşuyolu ya Amedê, Parka Îsmet İnonu ya Edeneyê, Parka Aştiyê ya Mersînê, pêş girtîgehên Gebze û Bakirkoyê, çalakiyên xwe berdewam bikin. (12.00-19.00)   * Dayikên Laçik Spî yên li Enqereyê li avahiya Navenda Giştî ya HDP'ê nobetê digirin wê çalakiya xwe berdewam bikin.        Karkerên ku li Bajaroka Elîgorê ya Rihayê di 18'ê Gulanê de rastî êrişa polîsên tîmên taybet hatin, diyar kirin ku polîsan gotiye "Li qisûrê nenerin, polîsek ji ber hevalê wî birîndar bûbû derûniya wî xwera bûbû."