'Min jina pîr a nexweş li şaxa TEM'a Rihayê hiştim û derketim' 2019-05-21 21:21:27   RIHA - Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, têkildarî dayikek nexweş û temenê wê mezin ya piştî şerê li Xalfetiyê pêk hat û hat binçavkirin û li TEM'ê tê rawestandin peyamek weşand. Ozbîngol, di peyamê de got: "Min jinek pîr, nexweşiyên şekir, tansiyon, dil û emeliyatkirî ku hewl dide fam  bike çi hatiye serê wê li Şaxa TEM'ê hiştim û derketim."    Di 18'ê Gulanê de li Gundê Derto yê Navçeya Xalfetî ya Rihayê polîs û eskeran operasyon pêk anîbû. Di operasyonê de şer derketibû. Di şer de polîsek hatibû kuştin û 2 polis jî birîndar bûbû. Dîsa hat diyarkirin ku 2 endemên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Piştî şer polîs û eskeran li Xalfetî û Hewagê bi ser gelek malan de girtin û zêdeyî 60  kes hatin binçavkirin. Kesên bi îşkenceyê hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'e ya Midûriyeta Polîsan a Rihayê.  Di nava kesên hatin binçavkirin de kesên nexweş, temen mezin jî hene.    Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol, têkildarî dayikek nexweş û temenê wê mezin ya piştî şerê li Xalfetiyê pêk hat û hat binçavkirin û li TEM'ê tê rawestandin li ser hesabê tîwtterê peyamek weşand. Ozbîngol, di peyamê de got: "Min li Şaxa TEM'ê ya Rihayê jina pîr ku hewl dide tişta bi serê wê de hatiye fam bike, ya nexweşiyên tansiyor, şekir û dil pêre heye û emeliyat bûye û tevî hemû endamên malbatê di doşeka xwe ya nexweş de hat binçavkirin, li pey xwe hişt û derketim. Ev şerm ya me tevan e. #TCYasalarıUygulansın #UrfaTEM".