Malbatên girtiyan ji Wezareta Dadê re faks şandin 2019-05-21 16:36:39   AMED - Malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê ji Wezareta Dadê re faks şandin   Li gel ku beriya çend rojan Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ragihand ku tecrîda li ser Ocalan bi dawî bûye û qedexeya li ser hevdîtina parêzerên a bi Ocalan re rabûye jî hê destûr ji çûyîna parêzeran a Îmraliyê re nehatiye dayîn. J ber vê sedemê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Li navçeyên Rezan, Licê û Çinar ên Amedê malbatên çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji bo rakirina trecrîdê ji Wezareta Dadê re faks şandin.    Beriya ku faks li Postaneya Rezan bên şandin, dayika çalakger Îhsan Topûz ku ji 1'ê Adarê ve li Girtîgeha Tîpa T a Wanê di greva birçîbûnê de ye Halîme Topûz axaftinek kir. Topûz diyar kir ku divê tecrîd bê bidawîkirin û bang li Wezareta Dadê kir. Paşê dayik derbasî hundirê postaneyê bûn û faksên xwe ji wezaretê re şandin. Dayik piştî faks şandinê bi dûrişmeyên mîna “Bijî berxwedana zindanan” û “Her der zindan her der berxwedan” ji posteneyê derketin.