HDP: Em barbariya li Xelfetiyê rû da ji nêzîk ve dişopînin 2019-05-21 12:36:11   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku li Xelfetiyê li dijî gel îşkenceya bi barbarî hatiye kirin û got: "Em barbariya ku li Xelfetiyê rû da ji nêz ve dişopînin. Ji bo kesên ku tev li vî sûcî bûne, polîs, tîmên taybet, leşker û yên ferman dane bên lêkolîn, em serî li saziyên dadgeriyê didin."    Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê, parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, li ser hovîtiya li Xelfetiyê ya Rihayê hate kirin û bi dehan kes hatin binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Başaran di daxuyaniyê de bibîr xist ku li gundên Xelfetiyê herî kêm 38 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine binçavkirin, destên wan ji pişt ve hatin kelepçekirin, mîna serdama navîn îşkence li wan hate kirin û kiryarên hatin kirin nîşan didin ku peymanên li dijî îşkenceyê yên Tirkiyeyê mohra xwe binî xistine, hatine betalkirin.   Başaran diyar kir ku polîtîkaya îşkenceyê ya dewletê li Wan, Mêrdîn, Mûgla, Êlih, Riha û Amedê hatiye dîtin û wiha domand: “Me dît, wêneyên welatiyên ku hêzên ewlekariyê îşkence li wan kirin, bi zanebûn li çapemeniyê hatin weşandin. Me dît ku dewlet bi îşkenceyê, bi zilmê, tundiyê hewl dide hêza xwe nîşanî welatiyan bide.”   Her wiha di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em barbariya ku li Xelfetiyê rû da ji nêz ve dişopînin. Ji bo kesên ku tev li vî sûcî bûne, polîs, tîmên taybet, leşker û yên ferman dane bên lêkolîn, em serî li saziyên dadgeriyê didin.”