Jinan li dijî firoşkerên hişbirê rê girtin 2019-05-21 11:55:18   STENBOL - Jinan li taxa Altinşehîrê ya navçeya Başakşehîrê li hemberî firoşkerên hişbirê çalakiya rê girtinê li dar xistin û bi van gotinan, 'Ji ber firoşkeran em nikarin zarokên xwe bişînin parqan' bertek nîşanî rewşê dan.   Jinên ku li taxa Altinşehîrê ya navçeya Başakşehîr a Stenbolê li hemberî firoşkerên hişbirê ketin nav liv û tevgerê, çalakiya rê girtinê li dar xistin. Jinan diyar kir ku ji ber firoşkeran em nikarin zarokên xwe bişînin parqan û ji ber vê yekê rêya Pira Kevir a ku Kuçeya Duygunay û Kolana Kevn a Stenbolê digihîne hev bi benekî ji trafîkê re girtin. Ji ber rê girtinê ji do demekê trafîq xitimî û di navbera ajokarên wesayîtan û jinan de nîqaş derketin. Piştî 10 deqeyan jinan ben vekirin û rê ji trafîqê re vekirin.