Birayê ciwanê betal ê xwe şewitand: Sedema wê krîza aborî ye 2019-05-21 11:25:13 DÎLOK - Ciwanê betal Eyup Dal, ji bo kar çû serî li Şaredariya Şahînbey a AKP'î da. Lê rayedaran ew derb kirin û avêtin derve. Li ser vê yekê Eyup Dal bedena xwe şewitand û dawî li jiyana xwe anî. Birayê Eyup Dal, Mesut Dal, diyar kir ku kekê wî ji bo serlêdana kar çû şaredariyê, lê derî li ser ruyê wî girtin û avêtin derve. Dal, anî ziman ku kekê wî ji ber krîza aborî dawî li jiyana xwe anî.   Li Dîlokê Eyup Dal ê demek dirêje li kar digeriya, di 16'ê Gulanê de ji bo kar bi dest bixe çû Şaredariya Şanînbey a AKP'î û serlêdana kar kir. Lê rayedarên Şaredariya Şahînbey, Dal derb kirin û ew avêtin devre. Dal, piştî rastî lêdanê hat li pêş şaredariya Şahînbey bedena xwe da ber agir. Dal 4 roj şûnde li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Dal ku 6 salin li kar digere, heta niha li çend deriyan dan, derî li ser ruyê wî hatin girtin. Herî dawî li pêş şaredariyê çalakî li dar xist û bedena xwe şewitand. Birayê Dal, Mesut Dal, anî ziman ku kekê wî bi 20  tl benzîn krî û xwe şewitand.    Dayika Eyup Dal Turkan Dal, anî ziman ku kurê wê 6 sal berê ji girtîgehê hat berdan û 6 salin li kar digere û wiha axivî: "Eyup ji min re got 'Dayê li farbîqeyê karkeran distînin. Hevalê min li min geriya. Ji ber vê yekê ezê biçim Dîlokê. Piştî çû Dîlokê fabrîqeyê kar nedan wî. 3 roj şûnde li min geriya. Got ‘Li dolmîşe suyarên û bên Dîlokê' Şaredariyê kar daye min. Ez ê sibê biçin dest bi kar bikim.' Di telefonê de dengê wî pir xweş dihat û pir kêfxweş bû. Piştî salên dirêj ji xwe re kar dîtbû. Min jî got 'Em nikarin bên, lê em hevjîna te bişînin' Roja din xwe amede kir û çû Şaredariya Şahinbeyê. Dema çû şaredariyê, xebatkarên wir jêre gotin 'Sabiqeya te heye. Em nikarin kar bidin te' û li ser vê yekê niqaş kirin. Piştî niqaşê li pêş şaredariyê bedena xwe da ber agir û xwe şewitand. Piştre min xwest bi Şaredar Mehmet Tahmazoglu re hevdîtin bikim. Lê memûrê wir destûr nedan.  Çima kurê min li cihekî din xwe neşewitand. Çima li pêş şaredariyê xwe şewitand? Kes nehatin sersaxiya me."     BI 20 TL BENZÎN KIRÎ Û XWE ŞEWITAND   Birayê Eyup Dal Mesut Dal jî anî ziman ku beriya xwe bişewitîne çend saet berêhat cem wî û wiha got: "Ji min pere xwest. Min 20 tl pere da wî. Qet nehat serê aqilê min ku kekê min xwe bişewitîne. Çend saet şûnde polîs li min geriyan û bang li min kirin ku biçim nexweşxaneyê. Pişti ez çûm nexweşxaneyê û min got 'Te çima xwe şewitandiye? Wi ji got 'Ji bo kar ez çûm şaredariyê. Lê wan neheqî li min kirin. Derî li ruyê min girtin û ez avêtim derve.' Tu mirov vala vala naçin li ber deriyê şaredariyê xwe naşewitnînin. Lê polîs di girtekê de diyar diin ku bûyer li cihekî din pêk hatiye. Em pere û pûlê wan naxwazin. Em dixwazin rastî bê zanîn. Kî bûye sedema şewitandina birayê min bila bên darizandin û cezakirin. Niha li kolanan bi hezaran kesên betal hene. Em nawxwazin heman tişt bên serê kesên din jî."     Hevjîna Eyup Dal  Elif Dal jî wiha got: “Min hevjînê xwe di temenê ciwan de winda kir. Niha rewşa derûniya min pir xerab e. Bila xwedê nîne serê tu kesên din. Hevjîne min bi salan e li kar digeriya."