'Îskence li hewşên qereqolan didome' 2019-05-21 11:07:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên mafê mirovan û baroyan bertek nişanî îskence û memeleya xerab a li navçeya Xalfetî li hemberî zarok jî di nav de 38 kesên di bin çavan de hat kirin, da. Hevseroka ÎHD'ê wêneyê derbarê înskenceyê bi vê pirsê "Demekê hinekan 'ji îskenceyê re sifir tolerans' digotin newsa?" parve kir.   Di 18'ê Gulanê de li taxa Dergîlî ya navçeya Xalfetî ya Rihayê şer û pevçûn derketibû. Di encama şer û pevçûnê de alîgirê qomserê polisên tevgera taybet û 2 kesên ku tê angaştkirin HPG'î ne jiyana xwe ji dest dabûn û 2 polis jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê li Xalfetî û Hewagê bi serdegirtina malan de gelek kes hat binçavkirin. Bi wêneyên ku hatin parvekirin derket holê ku îskence û memela xerab li kesên ku hatine binçavkirin, hatiye kirin. Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, wêneyê têkildarî îskence û memeleya xerab a li hemberî kesên binçavkirî li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.    Di wêneyên hatine parvekirin de bi awayekî şênber tê dîtin ku zarok jî di nav de 38 kesên hatine binçavkirin, îskence hatiye kirin. Kesên hatine binçavkirin li Hewşa Qereqola Cendirmeyan a Yaylak a Hewagê destê wan bi pişt ve hatiye kelepçekirin û bi vî awayî bi ser dev û rû hatine dirêjkirin. Van wêneyan bi vê nivîsê hatin parvekirin:    "Serlêdana sûc e! Îskence li gorî mewzûata neteweyî û navneteweyî qedexe ye. Em îxbarên ku 12 kesên li Xalfetiyê hatine binçavkirin rastî iskenceyê hatine digirin.@TC_icisleri @adalet_bakanlik @UrfaValiligi Bi kesên paşê hatin binavçkirin re niha nêzî 35 kes di bin çavan de ne. Hevdîtina parêzeran a bi muwekîlê wan re bi awayekî bêhiqûqî hatiye sînorkirin. Li gel ku çend muqekîlên parêzerekî heye jî dikare bi awayekî kurt tenê yekî re hevdîtin pêk bîne.    Hevdîtina parêzeran a bi hin bersûcan re bi polisan re tê kirin.    Nîşaneyên şênber ên ku îskence hatiye kirin hene.   Tekôşîna me dê heta iskence ji vê axê bê rakirin bidome. Îskence bi awayekî vekirî tê kirin. Ev der Hewşa Qereqola Cendirmeyan a Yaylak a Hewagê ye.   Karîneya mesûmeyetê ya 38 kes di bin çavan de de bi awayekî vekirî tê binpêkirin, di vana de zarok jî hene..."     Navenda Mafên Mirovan a Baroya Rihayê bi van parvekirinên xwe re weke delîl wêneyê îskenceyê jî parve kir. Ev wêne rê li ber bertekên rêxistinên mafê mirovan û baroyan vekir.      KESKÎN: 'JI ÎSKENCEYÊ RE SIFIR TEOLERANS' DIGTON NEWSA?   Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn van agahiyan jê girt û bi vê pirsê "Demekê hinekan 'ji îskenceyê re sifir tolerans' digotin newsa???" parve kir.   'DI ÎSKENCEYÊ DE DEMBORÎBÛN TUNEYE'   Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar jî van agahiyan jê girt û bi vê nivîsê parve kir: "Rêzika hiqûqa navneteweyî ya ku hemû beşên civakê ji ber zanin; AİHS http://3.md . "Tu kes nikare bê îskencekirin û rastî memeleyên dijî mirovahiyê û şikestina rûmetê bê. Kesên ku îro derfetên dewletê bi awayekî xerab bi kar tînin, divê zanibin ku di îskenceyê de demborîbûn tuneye."     ‘AUSCHWİTZÊ BI BÎR DIXE'   Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî vê parvekirinê kir:   "-Auschwitzê hinek bi bîr dixe, -Hinek dişibe Ebu Gureyb û Gazzeyê jî  -Dibe ku Guantanamo be? -Na na aram bin, ev der li navçeya Hewagê ya Riha hewşa qereqoleke yê..! -Kesên destê ji piştve hatine kelekçekirin jî kurdên ku li benda saeta fitarê ne."