Wezîr 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê dûr xistin 2019-05-21 10:59:08 BEDLÎS - Wezaretê li ser daxwaza Walîtiya Bedlisê, ji nav 14 endamên meclîsa şaredariya Tetwanê, 9 endamên meclîsê yên HDP'î ji peywirê dûr xistin.   Li navçeya Tetwanê ya Bedlisê, di hilbijartina 31’ê Adarê de AKP’ê bi ferqeke biçûk şaredariya Tetwanê bi dest xistibû.  Di hilbijartinê de 14 kes li ser navê HDP’ê û 11 kes jî li ser navê AKP’ê hatibûn hilbijartin. Ji ber ku di meclîsê de endamên HDP’ê zêdetir bûn, duh bi hinceta ku der barê wan lêpirsîn hene, 9 endamên meclîsê yên HDP’ê ji peywirê hatin dûrxistin. Wezareta Karên Hindûrîn li ser daxwaza Walitiya Bedlisê 9 endamên meclîsê yên HDP'î ji kar dûrxistin.    Kesên ji peywirê hatin dûrxistin wiha ne: Serap Çakmak Genç, Diyar Orak, Sûat Yetîşkîn, Ahmet Sagniç, Îsa Taş, Şukru Aydemîr, Nedîm Turemîş, Çetîn Yilmaz û Selamî Karahan ji endamtiya meclîsa şaredariyê hatin dûrxistin.