Li Ebexê 12 kes binçav kirin 2019-05-21 10:32:36 WAN - Polisan li navçeya Ebexê ya Wanê bi ser gelek malan de girt û di navde Hevşaredara Ebexê Leyla Atsak a ji ber KHK'ê mazbata wê nedan wê jî heye, 12 kes binçav kirin.    Polîsan li Navçeya Ebexê ya Wanê hemwext bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina mahan de 12 kes binçavkirn. Di nava 12 kesên hatin binçavkirin de Hevşaredara Ebexê Leyla Atsak a bi hinceta KHK'î ye mazbata wê nedan  wê jî heye. Sedema operasyonê nehat hînbûn. Kesen di operasyonê de hatin binçavkirin wina ne: Leyla Atsak, M. Sıddık Moraner, Halil û Kerem Koç, Suleyman Kaya, Hulya Kaya, Nacî Utaş, Zeynal Keleş, Salih Candeger, Naci Dorak, Şeref Temel, Nuri Kizilaslan."