Dayika 23 salan ji bo kurê xwe li kolana bû niha ji bo neviyê xwe li kolanê ye 2019-05-21 10:02:17 AMED - Remziye Bayram a ji bo kurê xwe Şîrin Bayram ê 23 sal berê hat windakirin li kolana ye, niha jî ji bo bibe dengê neviyê xwe yê li dijî tecrîdê di gevra birçîbûnê de ye li Parka Koşuyolu têdikoşe.    Dayikên Laçik Spî her roj li Bakirkoy, Gebze, Edene, Mêrsîn, Amed, Sîlopî, Qoser, Êlih û  Parka Koşuyolu, Qada Galatasarayê ji bo edaletê bixwazin li qadan in. Dayikên ku bi salan in li zaroken xwe yên winda digerin, niha jî j bo bibin dengê çalakgerên li dijî tecrîdê di greva birçûbûnê de ne li qadan têdikoşin. Yek ji van dayikan Dayika Laçik Spî Remziye Bayram e. Remziye Bayram bi gotina "Ger ku amûrekî we winda bibe hûnê her roj lê negerin? Yê min jî perçeyek ji canê min winda bûye. Ez çawa ji bîr bikim?" tê nasîn. Kurê Remziye Bayram Şîrîn Bayram di 1'ê Mijdara 1996'an de li Gundê Temiran ê Navçeya Pasûrê piştî hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin. Dayika Mehmet Şirin Bayram, Remziye Bayram piştî kurê wê di bin çavan de hat windakirin 23 salin li qadan aqûbeta kurê xwe dipirse. Her Roja Şemiyê bi wêneyê kurê xwe dadikeve qadan û li edaletê digere. Remziye Bayram ku berê her şemî li Parka Koşuyolu li windayan digeriya, piştî Walîtiya Amedê Parka Koşuyolu li wan qedexe kir, niha lêgerîna xwe ya edaletê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam dike. Remziye Bayram ku hêj aqûbeta kurê wê Mehmet Şîrin Bayram zelal nebûye, niha jî her roj ji bo piştgiriyê bide dengê neviyê xwe yê li dijî tecrîdkirina Îmraliyê di grevê de ye, li gel hemû astengiyên polîsan tê Parka Koşuyolu tev li çalakiyan dibe û ji bo neviyê xwe têdikoşe. Remziye Bayram hem tev li çalakiyên Şemiyê dibe, hem jî tev li çalakiya Dayikên Laçik Spî ya Parka Koşuyolu dibe.    TEMENÊ WÎ HER DEM DI CIWANTIYA WÊNE DE YE   Dayika Mehmet Şîrîn, Remziye Bayram ku tevî wêneyê kurê xwe li hemberî me rûnişt, got: "Ez dayika Şîrin im.  Di zalên 1990'an de li ser gelek gundên Kurdan zext zêde bû. Li ser gundê me jî zexta dewletê zêde bû. Em li gundikê Temira bûn. Di sala 1994'an de xwestin em bi zorê bibin cerdevan. Me ji neçarî gundê xwe terk kir. Em tev ji gund derketin. Lê Şîrîn û mamê xwe di sala 1996'an de dîsa vegeriyan gund. Şîrîn ji bo mamê xwe bibîne vegeriya gund. Hêj 18 salî bû. Piştî 3 rojan li mala mamê xwe ma, çû mala cîranê xwe. Bi şev esker,  tîmên taybet û cerdevanan bi ser malê de girtin. Şîrîn û xwediyê malê Ramazan Tekin ê 65 salî binçav kirin. Serê sibê xwediyê malê agahî didin mamê wî û li ser vê yekê mamê wî diçe Qereqola Navenda Pasûrê. Lê rayedarên qereqolê diyar dikin ku kesekî wisa li cem wan tune ye. Piştre gundiyên din jî diçin qereqolê. Lê encam nagirin."     CERDEVAN BÛ ŞAHÎD    Remziye Bayram, da zanîn ku piştre aqûbeta Şîrîn ji cerdevanekî pirsîne û wiha lê zêde kir: "Cerdevan ewil got 'Min Şirin dîtiye. Li nezaretxaneyê bû. Çavê wî girtî bûn. Dema ez çûm min beng li wî kir. Wî dengê min nas kir. Ji min re got 'Tu li vir çi dike? Min jî got vir cihê min e. Tu li vir çi dike?' Lê cerdevan piştî demek şûnde şahidiya xwe înkar kir. Weki malbat bi salan e me serî li hemû deriyên dewletê dî. Lê hêj doz di lêpirsînê de ye û bi encma nebûye."   Remziye Bayram, da zaınîn ku ji roja kurê wê hatiye windakirin heta niha bê navber bi Laçika Spî li kurê xwe digere û wiha axivî: "Ji wê rojê ve ye ez têdikoşim. An wê dewlet aşkere bike ku kurê min çawa winda kiriye û revandiye. An jî wê hestiyên wan bidin me. Heta ku dewlet aqûbeta zarokên me diyar nekin em ê her roj li kolanan têkoşîna xwe berdewam bikin."     'BILA HESTIYÊN ZAROKÊN ME BIDIN ME'   Bayram, destnîşan kir ku piştî Şîrîn winda kirin 2 sal berê kurekî wê di şer de jiyana xwe ji dest da û wiha berdewam kir: "23 sal derbas bûn. Ez ê çi hîs bikim. Tenê dayik dizanin ez çi hîs dikim. Ez her roj xwe bi xwe dibêjim 'Şîrin tu çawa ye? Dest û piyên te girêdayî ne? û dipirsim. Ji roja Şîrîn hat windakirin û heta niha jiyan li me herimî. Şîrin çawa hat kuştin. Ger ku hestiyê wî jî bê dîtin dilê min wê piçek rehet bibe. Ez hêj dipirsim Şirin çawa jiyana xwe ji dest da hestiyê wî li ku ye. Hestiyen zarokên me bidin me."    NIHA JI BO NEVIYÊ XWE LI QADAN E    Remziye ku bi salan e ji bo kurê xwe Mehmet Şîrîn li qadan e, niha ji bo neviyê xwe yê ketiye greva birçîbûnê li qadê ye. Neviyê Remziye Azad Bayram, 8 meh berê li Êlihê li dadgehê hat girtin. 3 mehan li Girtigeha Êlihê ma. Niha 5 meh in li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye. Neviyê Remziye Azad Bayram ji 1'ê Adarê de di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorvger de ye. Remziye tevî keça xwe her roj diçin Parka Koşuyolu û piştgiriyê didin neviyê xwe.  Tevî hemû astengiyan diçim qadê. Tiştekî êdî em winda bikin û em jê bitirsin tune ye. Zarokên me çûn niha neviyên me hene. Bi salan e em li wandayan digerin. Lê niha em ji bo girtiyan li qadê ne. Ji bo çend dayikan deh qatî dayikan polîs li ser serê me kom dibin.    Remziye Bayram a 62 salî, 23 salên xwe yên dawî li qadan ji bo dîtina kurê xwe jiya. Niha jî ji bo piştgiriyê bide çalakiya neviyê xwe û girtiyên din li qadan in.    Remziye Bayram, destnişan kir ku dema diçe qada çalakiyê, ji malê heta qada çalakiyê li her derê polîs hene û wiha bi dawî kir: "Ez ji malê heta qadê li her kolanê rastî polîsan têm. Ev bi xwe tecrîd e. Ma ev ne tecrîd be çiye? Zarokên kurdan digirin, winda dikin û tecrîd dikin. Niha parka em lê çalakiyê li dar dixin dorpêç kirine. Ma ev ne tecrîd e?"    MA / Dîcle Muftuoglu