ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-17 09:00:12 * Nedya Hesen Hewlo ya êzîdî ku DAIŞ'ê li Şengalê dîl girtin, 5 caran hat firotin. Hewlo ya azad bû, hovîtiya hatiye serê xwe vegot: “Ji ber hovîtiyê kurê min mir û tişt nema neanîn serê min. Ji bo ez rizgar bibim min serî li her rê û rêbazî da."  * Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr aşkera kir ku AKP li cihê têkoşîna azadiya jinê, serdestiya mêr di civakê de bi pêş dixe û wiha got: "Ji ber ku jinên di nava HDP'ê de siyasetê dikin li dijî rola ku desthilatdariyê li ser jinê ferz kiriye tê dikoşin, dibin hedef."   * Meclîsa Jinan a Stenbolê, bi dirûşmeya “Wê tu şidet di tariyê de nemîne” bang li hemû jinan kir ku di 25’ê Mijdarê de li Kadikoyê kom bibin.   * Piştî hewa sar bû, daxwaza ji bo çay û berên nebatî zêde bû. Bêhnfiroşan hişyar kir ku divê nebat ji cihên pêbawer bên kirîn.    * Dengbêj Îsmaîl Seyranoglûyê colemêrgî, got ku girtina televîzyonên kurdî bandor li dengbêjiyê jî kiriye.    * Kesên li navenda Meletiyê di Kolana Înonuyê re derbas dibin heta muzîka ku du xwendekarên lîseyê bi dirûşmeya “Dema muzîk li kuçe û kolanan bê îcrakirin watedartir û bedewtir dibe” îcra dikin guhdar nekin derbas nabin.    * 22 meh in der barê Metîn Karahan û Hidir Ektî de ku li Dersimê hatin binçavkirin û paşê hatin girtin, îdianame nehatiye amadekirin. Du dozgerên ku li dosyeya Karahan û Ektî dinerîn, bi tawanbariya endamên FETO’yê ne hatin girtin. Paşê du dozgerên din dest avêtin dosyeyê, lê belê heta niha îdianame amade nekirine.    * Rojnameger Nedim Turfent ê 18 mehin girtî ye, dê cara 4'emîn derkeve pêşberî 2'emîn Dadgeha Cezayên giran a Colemêrgê. (10.00)   * Karkerên Real Market ên ji meha Tebaşê heta niha mafê wan tê binpêkirin dê li pêş Edliyeya Anadolu ya Kartalê daxuyaniyê bidin çapemenyê. (12.00)    * Komeleya Piştevanî û Nirxandina Keda Jinên Çîglî ya Îzmirê (ÇEKEV), dê li Salona Konferansê ya Dicle Kocaoglu konferansa "Laikî û Jin" pêk bînin. (13.00)   * Baroya Amedê dê çalakiya ji bo bîranîna Tahîr Elçî di hefteya 101'an de li ber Edliyeya Amedê berdewam bikin. (13.30)