ÎHD: Şertên Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji bo girtiyên nexweş pir giran e 2019-05-21 09:12:16 ÎZMÎR - 4 girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya tê gotin ji bo girtiyên nexweş hatiye avakirin, ji ber zext û tundiyan sewqa xwe xwestin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Zafer İncin, diyar kir ku ev girtîgeh êdî ji bo girtiyên nexweş talûke ye. Încîn, anî ziman ku şertên vê girtîgehê ji yên girtîgehên din girantir e.    Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê Zafer Încîn, zext û pêkutiyên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê li ser girtiyên nexweş pêş dikevin vegot. Încîn, anî ziman ku li girtîgehan greva birçîbûnê berdewam dike. Li aliyê din zext û tundiya li ser kawîşan jî didome. Girityên di grevê de wan davêjin hucreya yek kesî. Wan dernaxin salona newastendinê. Maf û pêdiviyên wan ên bingehîn pêşwazî nakin. Mafê wan ê ragihandin û nameyan asteng dikin. Herî dawî 4 girtiyên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ji ber zextên rêveberiyê sewqa xwe xwestin. Şert û zextên vê girtîgehê ji yên girtîgehên din girantir û dijwartir in."    LI GIRTÎGEHAN ZEXTÊN DIJWAR HENE   Încîn, anî ziman ku kesên di grevê de rewşa wan hatiye sînorê krtîtîk û wiha lê zêde kir. Divê ev daxwazên wan ên rewa û mafdar bêyî dem bê windakirin bidin wan. Me li gel Komeleya Hiqûqnasên Azadîparêz, (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Henmedem (CHD) û Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) koordinasyon  ava kir û ev îhalên mafên mirovan bi raya giştî re parve kir. Di demên dawî de di serî de li Girtîgeha Şakranê û li gelek girtîgehên din pirsgirêkên pir mezin hene. Zextên li girtîgehan pir zêde bûne. Li dijî girtiyên Girtîgeha Şakranê pir zêde bûne. Em zext tundiya li ser girtiyên Şakranê şermezar dikin."    ‘ŞERTÊN MENEMÊNÊ LI GORÎ GIRTÎGEHÊN DIN BÊTIR GIRAN IN   Încîn, da zanîn ku li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê şert û merc li gorî girtîgehên din bêtir dijwar in û wiha axivî. Ev girtîgeh wekî girtîgeha rehabilitasyonê tê nasîn. Li vir îşkence pir cîddî ye. Girtiyên nexweş Ergin Aktaş, Ahmet Hamî, Ahmet Çelîk Cemal Arslan ku di greva birçîbûnê debûn, piştî şandin girtîgehên din din li wir jî çalakiya xwe berdewan dikin. Berê jî girtiyên hatin vir û disa sirgûnî girtîgehên din hatin kirin hene. Li ser van 4 girtiyan zextên dijwar hebûn. Me tespît kir ku li ser van girtiyan îşkence heye. Li gel ku Girtîgeha tîpa R a Menemenê ji bo girtiyên nexweş bên dermankirin û rehabilitekirin hatibû vekirin. Lê niha dijberî vê yekê zext û tundî zêdetir bûne. Girtiyên nexweş rastî tecrdê tên. Şertên vê girtîgehê ji yên din dijwartir e. Girtiyên ku nikarin bi serê xwe bijîn divê serbest bên berdan. Girtiyê nexweş Ergin Aktaş du destên wî tune ne. Ahmet Hami felç e Cemal Aslan felç e. Ahmet Çelik mejiyê wî biçûk dibe. Ev girtî ji bo dermankirinê  anîn vir. Lê li şûna bên dermankirin şert û mercên wan bêtir hatin girankirin. Rastî şertên tecridê hatin. Ergin Aktaş û Ahmet Hami, demek dirêj di odeyên yek kesî de hatin girtin. Ahmet Hami piyên wî felç in û roviyê wî li derve ne. Ahmet Çelik meşiyê wî biçûk dibe. Rastî îşkenceya giran hatibû. Cemal Arslan jî her dem krîza nobetê derbas dike.    Tundiya esker û gardiyanan a li hnemberi van 4 girtiyan pir zêde bû. Ji ber vê yekê 4 girtiyan sewqa xwe ji bo girtîgehên din xwestin. Ahmet Çelîk ji bo Tîpa T a Tarsûsê, Cemal Arslan ji bo Tîpa T a Rihayê, Ahmet Hamî ji bo Girtîgeha Soke, Ergin Aktaş  jî ji bo Girîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê sewqa xwe xwest. "      MA / Esra Solin Dal