Karkerên ji şaredariyê hatin dûrxistin wê bimeşin Enqereyê 2019-05-21 09:11:38 AYDIN - 9 karkerên ku ji Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê bi hinceta endamên sendîkayê ne ji kar hatin dûrxistin, pişti çalakiya rûniştinê ya 317 rojan, bi armanca dengê xwe bilintir bikin wê ji Aydinê bimeşin Enqereyê.    Şîrketa Îmarê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê bi hinceta endamên sendîkaya Sosyal Îş a DÎSK'ê ne 9 karker, ji kar dûr xistibûn. 9 karkerên ku ji kar hatine dûrxistin, bi armanca mafê xwe bistînin 317 rojin çalakiya rûniştinê li dar dixin. Beriya hilbijartina 24'ê Hezîranê Navenda Giştî ya CHP'ê soz dabûn wan ku karê wan dîsa bidin wan. Lê piştî hilbijartina revêberya herêmî, Ozlem Çerçîoglu hat hilbijartin ji ber ku sozên beriya hilbijartinê dan pêk neanîn, karkeran dîsa çalakiya xwe berdewam kir.    SOZÊN DABÛN PÊK NEANÎN    Ji karkerên ji kar hatin avêtin, Yunus Cengîz, diyar kir ku ji ber endamê sendikayê ye ji kar hatiye dûrxistin û wiha got: "317 rojin em çalakiya nobetê li dar dixin. Beriya hilbijartinê Şaredara Bajarê Mezin a Aydinê Ozlem Çerçîoglu helwesta xwe zelal kir. CHP'ê beriya hilbijartinê heviyek da me. Lê piştî hilbijartinê ev heviya me ji holê rabû. Soza beriya hilbijartinê dan me pêk neanîn."    EM Ê JI AYDINÊ BIMEŞIN ENQEREYÊ    Cengiz, anî ziman ku li gel hemû zor û zahmetiyan ji bo mafê xwe biparêzin nobeta xwe berdewam dikin û wiha axivî: "Ji bo em bêtir dengê xwe bilind bikin û daxwazên xwe bînin ziman em ê ji ber Şaredariya Bajarê Mezin a Aydinê bimeşin Navenda Giştî ya CHP'ê. Em di meşê de rastî kijan rêxistinên bajar û navçeyên CHP'ê bên emê li pêş wan daxuyaniyê bidin çapemeniyê û wan şermezar bikin. Dîsa li ser rê em rastî kê bên emê derdê xwe bi wan re parve bikin û li çareseriyê bigerin. Heta em mafê xwe bi dest bixin emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Heta ku Navenda CHP'ê daxwazên me pêk bine em ji Navenda CHP'ê naqetin.    MA / Nîmet Olmez