CPT'ê daxuyanî da: Me Îmralî jî di navde gelek girtîgeh ziyaret kirin 2019-05-20 21:54:16   NAVENDA NÛÇEYAN - CPT ku demek dirêj e bêdeng ma, daxuyanî da û diyar kir ku Girtîgeha Îmralî jî di nav de, gelek girtîgehan ziyaret kirine.    Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkence CPT) a girêdayî Konseya Ewropa (KE), têkildarî ziyareta li girtîgehên Tirkiye daxuyanî da. CPT'ê diyar kir ku di navbera 6-17’ê Gulanê de serdana gelek girtîgehên li Kurdistan û Tirkiyeyê kirine. CPT; anî ziman ku di çarçoveya vê serdanê de jî çûne Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî tê ragirtin, li vir mercên girtiyên piştî serdana heyeta CPT’ê ya sala 2016’an û rapora piştî wê hatî parvekirin hatiye guhertin an ne lêkolîn kirine. CPT, da zanin ku girtîgehên li Stenbol, Amed, Enqere, Pirsûs jî di nav de serdana gelek girtîgeh û qereqolên polîsan hatiye kirin, hevdîtin bi sedan kesên ji girtîgehan hatine berdan yan jî li girtîgehan in re jî pêk anîne. Li gorî daxuyaniya CPT’ê li gel Wezîrên Karê Derve, Edalet û Tenduristiyê jî bi saziyên Saziyên Wekhev û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHEK) re jî hevdîtin kiriye, ‘çavdêriyên destpêkê’ yên li qereqolên polîsan bi rayedarên Tirk re hatine parvekirin.   CPT’ê destnişan kir ku MykolaGnatovskyy serokatiya wê dikir, li gel Şefê Beşa CPT’ê yê Tirkiyeyê Mîchael Meûraûter ji Sekreterên CPT’ê Elvîn Alîyev jî li gel heyetê cihgirtin. Navên Kesên din ên li gel heyetê serdanan kirin ev in: DjordjeAlempijević, NicoHirsch, Julia Kozma, DavorStrinović, HansWolff.