Hêzên Demokrasiyê yên Wanê: Daxwazên girtiyan nayên bersivandi 2019-05-20 15:35:03   WAN - Platforma Demokrasiyê bi daxuyaniyekê bal kişand ser asta krîtîk a çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê û nedayîna vîtamîn B1, xwê, karbonat û şekir a çalakgeran şermezar kir.     Platforma Demnokrasiyê ya Wanê ji bo balê bikişîne ser rewşa çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber bînaya Komeleya Derdor, Parastina Berhemên Dîrokî, Lêkolîn û Pêşxistinê (ÇEV-DER) ji aliyê serokê komeleyê Alî Kalçik ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de timik dûrişmeya 'Bijî berxwedana zindana' hat berzkirin.    'TECRÎD BI SERÊ XWE ÎSKENCEYEKE'   Kalçik di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku bi hezaran girtî di çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne û wiha got: "Her kêliya ku derbas dibe pêvajoyên ku nikarin bên tedawîkirin nêz dibin. Em ji rewşê gumanên mezin dikin. Bila neyê hêvî kirin ku em ê li hemberî qîrina girtiyên siyasî ku bi çalakiyeke mirovî û aştiyane laşê xwe dane ber birçîbûnê bê deng bimînin. Em ê ji bo tecrîda ku bi tena serê xwe îskenceyeke ji hemû girtîgehan rabe têkoşîn bidomînin."    'DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'   Kalçik diyar kir ku kesên ku îskence li dayikên  ku dixwazin bibin dengê girtiyan dikin hêza xwe ji polîtîkayên bêcezahiştinê digirin û axaftina wiha bi dawî kir: "Îskence kişiyaye kuçeyê. Li hin girtîgehan rêveberî dayîna vîtamîn B1, xwê, karbonat û şekir a çalakgeran asteng dikin. Divê vê pêkanînê pê re bê terk kirin. Em bang li hikumetê dikin ku mafê girtiyan ên di yasayan de cih digirin pêk bîne û pirsgirêkê rojek zûtir çareser bike."