Dayikên Laçik Spî yên li Gebze: Êdî Bes e 2019-05-20 15:20:06 STENBOL - Dayikên Laçik Spî yên 42 rojin li peş Gertîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin carek din kom bûn. Polîsan êrîşî dayikan kirin û dayik derb kirin. Dayikan bertek nîşan dan û gotin "Êdî Bes e. Bila zarokên me nemirin. Em ê sibê dîsa bên vir."    Bi hezaran girtî ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne. Çalakiyên ji bo piştevaniya girtiyan her diçe belav dibe. Çalakiya Dayikên Laçik Spî ya zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, di roja 42'emîn de li pêş Girtigeha Tîpa M a Gebze kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu û gelek kesên din jî tev li çalakiyê bûn û piştgirî dan dayikan. Dayikên ku hatin li pêş girtîgehê kom bûn, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsan parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu û Dayikên Laçik  Spi derb kirin. Lê polîsan careke din êrîşî çalakgeran kir. Polîsan di êrîşê de dayik derb kirin û Hevseroka HDP’ê ya Gebzeyê Damla Bagci û rêveberê HDP’ê yê Kocaeliyê Dîlara Ozgeçnen binçav kirin. Polîsan zext li rojnamegeran kir û dîmen û wêneyên çalakiyê di darê zorê jê birin.