Li Dersimê banga 'yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike' 2019-05-20 15:05:19 DERSIM – Li Dersimê partiyên siyasî û saziyên sivîl derbarê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bang li hikûmetê kirin ku di çarçoveya nirxên hiqûqî yên navneteweyî de bêyî kû dereng bimîne yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çarser bike. Li Dersînê pêkhateyên Platforma Demokrasî û Kedê, li Kuçeya Hunerê derbarê çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê daxuyaniya çapameniyê da. Partiyên siyasî yên mîna HDP, DBP, ESP, EMEP, SMF û CHP'ê û nûnerên sazî û dezgehên sivîl ên mîna Komeleya Pîr Sûltan Abdal, ÎHD, DAD û Baroya Dersimê tevlî daxuyaniyê bûn. Pêkhateyên platformê bang li hikumetê kirin ku yasayên xwe bi cih bîne.    'ROJİYÊN MIRINÊ JI BER NE GAV AVÊTINA HIKUMETÊ NE'   Serokê Şaxa ÎHD'a Dersimê Gurbuz Solmaz daxuyaniya ku hevpar hatibû amadekirin xwend. Solmaz bi bîr xist ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemergê da destpêkirin, li welat û derveyî welat bi beşdariya hezaran didome û wiha got: "Ji ber ku hikumetê daxwazên çalakgerên greva birçîbûnê nebersivand rojiya mirinê dest pê kir. Çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê asta krîtîk derbas kirine. Paşguhkirina hikumetê ya çalakiyan gumanên me zêdetir dike. Heke pêvajo wiha bidome dê  gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. De ev rewş di aştiya civakî, demokrasî û mafê mirovan de birînên ku nikaribin bên dermankirin vebike.    'REWŞA WAN A TENDURISTIYÊ ASTA KRÎTÎK DERBAS KIRIYE'   Solmaz destnîşan kir ku derbarê rewşa tenduristiyê ya çalakgeran de agahiyên zelal nagirin û wiha daxuyaniya xwe wiha domand: "Li gorî agahiyên ku ji parêzer û xizmên çalakgeran ên ku diçin hevdîtinan hatine wergirtin, çalakgeran gelek kîlo winda kirine, pirsgirêkên wan ên tenduristiyê derketine û rewşa wan asta krîtîk derbas kiriye. Li hin girtîgehan vîtamîna B1, şilatî, xwê û şekir nadin çalakgeran.   BANGA JI BO ÇARESERIYÊ   Solmaz herî dawî ji bo aştiyê herkesî vexwend berpirsyariya mirovî, sincî û wijdanî û ev tişt got: "Di vê çarçoveyê de ji bo mafê jiyan û aştiyê berî ku derengî bikeve em bang li hikûmetê dikin ku di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de yasayên xwe pêk bîne û pirsgirêkê çareser bike."