3 bersûcên tecawizê hatin berdan 2019-05-20 14:25:09 RIHA - Dadgeha Serêkaniyê ya Rihayê 3 mêrên ji sûcê tecawizê tên darizandin, bi biryara navberê serbest berdan.    Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di 21'ê Sibatê de 6 kesan li dijî jina 14 salî E. A. îstîsmara zayendî kiribûn. Ji 6 kesên dihatin darizandin kesên bi navê F. Ç., M. Y. û İ. E. rojên borî serbest hatin berdan. Dadgeha Sulh ceza ya Serêkaniyê pişkî dosya nirxand, bi hinceta îstîsmara zayendî ya bi nîtelîk nekirine û tecawiz pêk nehatiye biryar da ku 3 kesan serbest berdin. E.A.,  piştî bûyerê îfade dabû polîsan û xwestibûn bên girtin. Ji 6 bersûcan 3 bersûc piştî 3 mehan girtî man hatin berdan.