Ji Herêm Mehmûd bang: Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin 2019-05-20 14:16:41 GERMIYAN - Çalakiya greva birçîbûnyê ya Herêm Mehmud a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di roja 86’an de dewam dike. Herêm diyarkir ku pêwîste gel dijî zilmê derkeve û piştgiriya ji bo çalakiyan jî berfirehtir bibin û got: "Ez bang li hemû kesê dikim daku rabin ser piyan û li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin."     Çalakiya greva birçîbûnê ya Herêm Mehmud a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li navçeya Kelar a Germiyanê di roja xwe ya 86’an de berdewam dike. Herêm Mehmud li ser çalakiya xwe ji Ajansa RojNews re axivî. Herêm balkişand ser piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbûnê û got; “Di despêkê de piştgirî kêmbûn, lê niha berfireh bûye. Welatparêzên dinava hizb, aliyên siyasî, ol û pêkhateyan de tên serdana min û piştgiriya xwe tînin ziman. Heya ku tecrîd bi dawî were ezê çalakiya xwe dewam bikim.”   Herêm bang li hemû Kurdan kir û got; “Ez bang li hemû Kurdan dikim daku giringiyê bidin van çalakiyane. Bi taybet çalakiya greva birçîbûnê yên rojiya mirinê gelek girîngin. Karê herî pîroz ewe ku mirov li dijî zilm û dagirkeriyê bi çalakiyên sivîlî canê xwe feda bike. Ez bang li hemû kesê dikim daku rabin ser piyan û li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin. Divê ji bo bi destxistina mafên xwe çalakî bibin çandek.”