Ocalan gulebarankirina karkerên çandiniyê ji Soylû pirsî 2019-05-20 14:10:27   RIHA - Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî guleberankirina dormîşa karkerên çandiniyê ya li taxa Elîgorê bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi bersivîne pêşnûmepirsel da Serokatiya Meclisê.    Li taxa Elîgor a navçeya Pirsûsê ya Rihayê, Polisên Tevgera Taybet  roja înê bi angaşta ku li hişyariya raweste nesekiniye, dormîşeke karkerên çadiniyê guleberan kiribûn û karkerên bi navê Hava Algac, Emîne Çalışan, Gulcan Ertaş, Aysel Geçîçî, Zehra Kurt ve Kubra Kurt birîndar kiribûn. Polisan ajokarê dormîşê derb kiribûn û nehiştibûn ku ekîbin tenduristiyê mudaxaleyî birîndar bikin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan mijarê bir rojeve meclisê. Ocalan têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi bersivîne pêşnûmepirsel da Serokatiya Meclisê.   Ocalan li gorî îfadeyên ajokar û birîndaran ev pirs ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû kir;   1- Derbarê bûyera weke li jor hatiye diyarkirin û ji hêla raya giştî ve tê zanîn lêpirsîn hatiye destpêkirin? Hatibe destpêkirin di kîjan astê de ye?   2- Dîmenên kêliya ku bûyer pêk hatiye hene? Di dîmenan de rewşeke ku wesayît bê gulebarankirin heye?   3- Di navbera girtekên kêliya bûyerê, girtekên nexweşxaneyê û girtekên mexdûr-gazindker de nakokî hene? Nuqteyên ku eleqeya xwe bi girtekan re tunene çi ne?   4- Şahidên kêliya bûyerê hene? Heke hebin îfadeyên van şahidan çi ne?   5- Di kêliya bûyerê de wesayîtên cuda ku xesar dîtine hene? Heke hebin derbarê van wesayîtan de tu lêpirsîn hatiye kirin û girtek hatine girtin? Heke xesarek di van wesayîtan de hebe planên we yên derbarê van wesayîtan de çi ne? Çarçoveya girtekê çî ye?