Bozgeyik: Bila Wezirê Dadê gavên pratîk bavêje 2019-05-20 13:51:46   ENQERE - Hevserok û Rêveberên KESK'ê 21 Dayikên Laçik Spî yên li Enqereyê bi armanca balê bikişînin ser daxwaza zaroken xwe yên li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê de li Enqereyê di nobetê dene, ziyaret kir. Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyik, di ziyaretê de got: “Dayik ji bo hikûmet û Wezîrê Dadê gavan bavêj in bang dikin. Em jî bang dikin ku Wezîrê Dadê û hikûmet gavan bavêjin."   21 Dayikên Laçik Spî yên ji bo balê bikişînin ser daxwaza zarokên xwe û hikûmet gavan bavêjin 5 rojan li Meclisê Nobet girtin, 2 rojin li Navenda Giştî ya HDP'ê berdewam dikin. 21 Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan li girtîgehan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, piştî çalakiyên li pêş Girtîgehên Gebze, Bakirkoy Amed û li navçeyên Qoser, Sîlopî û Rihayê 7 rojin çalakiya xwe ya nobetê li Enqereyê berdewam dikin. Dayikên ku ewil li Meclîsa Tirkiye (TBMM) dest bi çalakiyê kirin û niha li Navenda Giştî ya HDP'ê nobeta xwe berdewam dikin. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyik û endamên MYK'ê li Navenda Giştî ya HDP'ê dayikên ji Amed, Mêrdîn, Êlih, Sêrt û Wanê hatin Enqereyê hatine ziyaret kir. Heyeta KESK'ê ewil hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî ziyaret kir û piştre dayik ziyaret kirin.    Bozgeyik, piştî dayik ziyaret kir diyar kir ku wan ji bo demokratîkbûna Tirkiye bi Temellî re hevdîtin kirine û wiha got: “Em sendikaya têkoşîna ked û aştiyê dimeşînin. Em wekî KESK'e çalakiyên we ji nêzîk ve dişopînin. Leyla Guven 195 rojin di grevê de ye. Divê êdi Tirkiye zagonên xwe têxe meriyete. Ji bo kes nemire û zerar nebînin em dixwazin Wezirê Dadê gavên çareseriyê bavêjin. Em dixwazin daxwazên dayikan pêk bên."    Li ser navê dayikan jî Nezamat Teke axivî û wiha got: “Wezirê Dadê dibêj 'astengî tune ye. Ger ku wisa dibêje bêyî zarokên me bimirin bila gavan bavêje. Em dayik li vir emê li hemu saziyan bigerin. Divê edî qerîna dayikan bibhîzin. Dema di nûçeyan de deqeya dawî derbas dibe nefesa me disekine. Bila her kes êdî destê xwe dîne bin kevir û berpirsiyariyê bide ser xwe. Ger ku tecrîda li Îmraliyê rabe wê çalakiyên grevê jî bi dawî bibe. Bila Wezîrê Dadê li pişt gotina xwe raweste û gavan bavêje."