Radyoyên çalakgerên rojiya mirinê desteser kirin 2019-05-20 13:36:29 KOCAELÎ - Li Girtîgeha Jinan a Tipa M a Gebzeyê radyoyên çalakgerên rojiya mirinê Asli Dogan ve Ardil Çeşme desteser kirin. Li Girtîgeha Jinan a Tipa M a Gebzeyê ya Kocaelîyê, çalakgerên rojiya mirinê Asli Dogan ve Ardil Çeşme ku 21 roj in di rojiya mirinê de ne, bi rêya parêzerên xwe ragihandin ku roja 15'ê Gulanê kogûşa wan jî di nav de bi ser 3 kogûşan de hatiye girtin. Çalakgeran ragihand ku di kgûşên wan de lêgerîn hatiye kirin û radyoyên wan hatine desteserkirin. Her wiha çalakgeran diyar kir ku ser nameyên ku hem ji wan re tên hem jî ew dişînin tên reşkirin.