Başkaya: Tu tişt ji daxwaza aştiyek bi rûmet rewatir tune ye 2019-05-20 12:53:24   ENQERE – Nivîskar Fîkret Başkaya, têkildarî peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji 7 xalên çareseriyê pêk dihat got: "Ji daxwaza aştiyek bi rûmet rewatir çi heye? Îktîdara AKP'ê ya gihiştiye dawiya saltanata 17 salan naxwaze dest ji vê yekê berde. Pêdivî bi guhertina perspektif û paradîgmaya entellektuel û polîtîk a radîkal heye."    Nivîskar Fikret Başkaya ku bi fikra xwe ya rexneyî tê nasîn, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û geşedanên siyasî yên dawî ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. Başkaya, anî ziman ku Tirkiye ber bi hilweşinê ve diçe û wiha got: "Ev helweşîn ji pergala cîhanê ne serbixwe ye. Yekemîn sedema vê yekê jî pirsgirêka Kurd e. Lîstikên AKP'ê ber bi qedandinê ve diçin û êdî saltanata wan bûye mijara lêpirsînê." Başkaya, têkildarî tecrîdkirina Ocalan wiha got: "Qedexekirina hevditin û fikrên Ocalan bi tu awayî nayê qebûlkirin. Sedema yekemîn di milê hiqûqa gerdûnî de ev yek şaş e. Helwestek bê wate ye. Li aliyê din tevî ew qas dem hevdîtin pêşketinek erênî ye. Piştî hevdîtinê tişta Ocalan anîne ziman di cih de ye û tiştên pêwist in. Ji ber vê yekê girîng e ku ji vê şaşiyê vegeriyane. Lê ya girîngtir divê ev hevdîtin berdewam bike. Divê dawî li vê qedexekirinê bînîn. Divê teqez pirsgirêk bi rêbazekê bê çareserkirin. Li gorî min naveroka wî metnî pir  li gorî aqilan e. Di encamê de daxwaza aştiyek bi rûmet pir rewa ye. Ji vê daxwazê rewatir çi heye? Her çend rêya diçe çareseriyê bi derengî hatibe vekirin jî teqez divê ev pêş bikeve. Tewez divê dawî li vê qedexeya şaş û baxnas bînin. Ji ber vê yekê ev deklarasyon girîng in."    JI BO DAWÎ LI GREVA BIRÇÎBÛNÊ BÎNIN DIVÊ GAVAN BAVÊJIN   Başkaya bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê ji û wiha berdewam kir: "Çi greva birçîbûnê û çi rojiya mirinê dibe; ji bo ev mirov dest ji vê çalakiyê berdin divê daxwazên wan pêk bên û gav bên avêtin. Divê sozên şênber bên dayîn. Ger ku gav neyên avêtin û sozên bi bawerî neyên dayîn, rojiyên mirinê wê li gorî em naxazin bi encam bibe. Divê sedema çalakiyê bê lêpirsînkirin. Her du diçe dem kêm dibe. Pêvajo pir talûke û krîtîk e. Ger ku gav neyên avêtin wê vebala vê yekê pir  mezin û giran be. Divê hemû kesên entelektuel û hestiyar xwe tev li vê pêvajoyê bikin. Divê her kes ji bo çareseriyê têbikoşin û kedê bidin."    MIROVÊN RASTÎ NEHEQIYÊ TÊN VÊ RÊYÊ WEKÎ ÇARESERIYA DAWÎ DIBÎNIN   Baykaya, destnîşan kir ku mirovên serî li vê rêbazê dane, ji ber ku dêyên din li pêş wan nehatine hiştin û herî dawî vê rêyê wekî çareseriya dawî dibînin serî li van çalakiyan didin û wiha berdewam kir: "Kesên dibêjin entelektuel divê li hemberî vê rewşê bêdeng nemînin. Hemû kesên Entelektuel  dive xwe tev li vê pêvajoyê bikin. Divê ji bo çareseriyê gavan bavêjin. Raste di bingeha vê meseleyê de pirsgirêka Kurd heye. Pirsgirêka Sed salan e. Divê mirov dijmine gel, dijminê demokrasî û azadiyê teşîr bike. Ev jî karê kesên entelektüelan e. "    'BÊJIN PIRSGIRÊKA HERÎ BINGEHÎN ÇIYE? EZÊ BÊJIM PIRSGIRÊKA KURD E'    Başkaya helwesta muxalefetê jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Pozîsyona muxalefetê tu carî li gorî tê xwestin nebû. Tu carî muxalefetek rast û pêwist nekir. Divê CHP'ê êdî bi nenînek radikal li vê meselê binere. Êdî nikare ji pirsgirêkê bireve. Heta ku dest nedin pirsgirêka Kurd tu pirsgirêkên din jî çareser nabin. Ji min bipirsin 'Pirsgirêka herî bingehîn a Tirkiye çiye?' Ezê bêjim Pirsgirêka Kurd e. Di rewşa wisa de îktîdarê 100 sala borî înkar kir. Êdî ev yek nayê taloqkirin û înkarkirin. Êdî hatiye sînor. Divê bi şiklekî bê çareserkirin. Bi vê hilbijartinê salnatana AKP'e ya 17 salan bi dawî bûye. Êdî lambayên sor pêdikevin. Lê îktidar naxaze dest ji vê salnatanê berde. Ew qas fêrî talankirin û wêrankirinê bûn, naxwazin dest ji hingiv û qeymexê vê yekê berdin. Ya duyemîn ger ku îktîdar dest ji vê saltanatê berde wê teqez bê darizandin. Ji ber ku pir tev li vî sûcî bûye. Gelek tiştên ku kirine li dijî sinc, hiqûq û zagonan. Ji ber ve yekê pêdivî bi gavên radîkal hene.  Pêdivî bi guhertina perspektif û paradîgmaya entellektuel û polîtîk a radîkal heye."    MA / Denîz Nazlım – Selman Guzelyuz