Parêzerên Ocalan dîsa serî li dozgeriyê dan 2019-05-20 11:24:04   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armana bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin û biçin Îmraliyê dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Îbrahim Bîlmez, Raziye Turgut û Serbay Koklu, bi armana bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin û biçin Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Parêzeran xwest hevditinê bikin.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Ocalan piştî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de hevdîtin kirin, 810 caran bi hinceta “muxalefeta hewayê heye", “Koster xerabe ye", “Koster li tarîmê ye" “OHAL” "Astengiyên der barê girtî yênk zagona hêjmar 5275'an de" serlêdanên parêzeran red kir. Parêzer piştî 8 salan di 2'ê Gulanê de hevdîtin kirin. Parêzer Nevroz Uysal û Rezan Sarica, pişti 8 salan yekem car di 2'ê Gulanê de bi Ocalan re hevdîtin kirin. Lê piştî 2'ê Gulanê dîsa serlêdanên parêzeran bê bersîv dimînin. Dadgeha Cezayên Giran a Bûrsayê di 17'ê Nîsanê de biryara qedexeya li ser parêzeran rakir. Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul jî di 16'ê Gulanê de daxuyanî dabû û gotibû “Biryara astengkirinê li ser parêzeran hatiye rakirin."