Êrîşî avahiya AKP'ê kirin 2019-05-20 09:51:45 AMED - Bi teqemeniyên destan û fîşekên hewayî êrîşê avahiya AKP'ê ya peyasê kirin. Duh êvarê li Amedê li hemberî avahiya AKP'ê ya Peyasê êrîş pêk hat. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin êrîş ji aliyê komekê ve bi 2 teqemeniyên destan û fîşekên hewayî pêk hatiye. Hat hînbûn ku ji teqemeniyan yek teqiyaye û yek jê jî neteqiyaye. Di kêliya êrîşê de polisên li ber avahiyê bi çekan bersiv dane êrîşê. Piştî êrîşê gelek polis sewqî avahiyê hatin kirin û avahiyê lêkolîn kirin. Nehat hînbûn ku têkildarî buyerê kes hatiye binçavkirin an na.