‘Tenê daxwaze me rakirina tecridê ye' 2019-05-20 09:02:17 RIHA - Remzîye Umutgan a 12 rojin li avahiya HDPê ya Rihayê di çalakiya nobetê de ye û hevjînê wê Mustafa Umutgan ê 26 salin girtî, xwest herî her tiştî tecrîd bi dawî bibe.    Li Tirkiye bi hezaran girtiyên siyasî bi armanca tecrid bi dawî bibe di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Malbatên girtiyan li Amed, Riha, Qoser, Sîlopî, Mêrsîn, Edene, Stenbol, Gebze û Enqereyê bi rojan in li qadan û avahiyên HDP'ê çalakiyan li dar dixin. Li Rihayê jî dayik û malbatên ku zarok û xizmên wan girtî bi armanca balê bikişînin ser daxwazên girtiyan û piştgiriyê bidin çalakiyên girtiyan 12 rojin li avahiya HDP'ê ya Rihayê nobetê digirin. Yek ji kesên li Rihayê 12 rojin nobetê digire Remziye Umutgan e. Remziye Umutgan jî Hevjînê wê Mustafa Umutgan ê 26 salin girtî ye, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Mustafa Umutgan rastî cezayê muebeta giran hatiye û 26 salin girtî ye. Mustafa Umutgan, li Girtigeha Tîpa T a Rihayê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike. Remziye Umutgan, diyar kir ku hevjînê wê Mustafa Umutgan di nava xizanî û tunebûnê de mezin bû û wiha got: "Li navçeya Hilvanê li gel mamê xwe mezin bû. Xwişk û birayê wî tev biçûk bûn, Bi keda milê xwe hemû xwişk û birayên xwe xwedî kir. Ew dixebitî û malbata xwe xwedî dikir. Karê înaşetê, karê pembo, ^Fu gelek karên din kir. Dilê tu kesî neşikand."    ‘EM TENÊ DIXAZIN TECRÎD BI DAWÎ BIBE'   Umutgan, anî ziman ku 26 salin li pişt doz û têkoşîna hevjînê xwe ye û wiha axivî: "Êw niha di greva birçîbûnê de ye. Ez jî li malê xwarinê naxwim. Ew ranazê, ez jî li malê ranazêm. Dilê min her dem bi wî re ye. Ezê jî bi girtiyan re li derve li ber xwe bidim. Her tim di hiş û aqilê me de zindan hene. Armanca me ya sereke şikandina tecrîdê ye. Em tenê dixwazin tecrîd bi dawî bibe. Em hemû niha di bin tecrîdê dene. Ger ku hewce be ezê têkevim rojiya mirinê û dîsa li ber xwe bidim. Em dixazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Ew Rêberê gelekî ye. Dixwazin bila qebûl bikin û dixwazin bila qebûl nekin. Ev rastiyek e. Ger ku tecrîda li ser Ocalan rabe, wê tecrîd li ser her kesî rabe. Ji ber ku em hemû di bin tecrîdê de ne."