Rojiya xwe tenê bi avê vekirin 2019-05-19 21:53:47   AMED - Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrida Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, di fitarê de li Sifra Erdê kom bûn û  fitara xwe tenê bi avê vekirin. Dayikan xwest demek berî demekê daxwazên zarokên wan bê bersivandin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, bi minasebeta Rojiya Remezanê li Parka Roboskê ya Peyasê ji bo fitaran Sifra Erdê danîn. Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrida Îmraliyê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, di fitarê de li Sifra Erdê kom bûn û  fitara xwe tenê bi avê vekirin. Li gel dayikan Hevserokê HDP'ê ya Amedê Zeyyat Ceylan, Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û Musa Farisogulllari û gelek welatiyên din kom bûn. Di fitarêde dayikan tenê bi avê fitaran xwe vkirin. Dayikan xwest demek berî demekê daxwazên zarokên wan bê bersivandin. Dayika Îhsan Topuz ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye, Halime Topuz, xwest demek berî demekê tecrîd bi dawi bibe. Topuz, ani ziman ku ew difitrin lê zarokên wan birçî ne û wiha got: "Ji ber zarokên me birçîne em jî nikarin xwarin bixwin. Ger ku ew birçî bin emê jî birçî bin. Em bang li Wezîrê Dadê û Serokomar Recep Tayyip Erdogan dikin ku demek berî demekê daxaza çalakgerên di greva birçîbûnê de pêk bînin. Dayikên li ser sifrê rûniştin jî tenê fitara xwe bi avê vekirin. Dayikan piştî fitarê bi hevre strana "Emê Zindana Diyarbekir hilweşînin" strîn. Piştre jî drûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" û "Amed ranezê, deng bidin denge zindanan" berz kirin.