Li Esenyûrt û Dersîmê bi çalakiyên meş û rûniştinê tecrîd şermezar kirin 2019-05-19 21:29:32   DERSIM / STENBOL - Malbat û dayikên ku zarokên wan girtî, bi armanca piştgiriyê bidin zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de, li Esenyurt a Stenbolê çalakiya meşê li dar xistin, li Dersimê jî çalakiya rûniştinê li dar xistin.    Çalakiyên malbat û rêveberên HDP'ê ya piştgiriya girtiyan û li dijî tecrîdê berdewam dikin. Dayikên Laçik Spî yên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Îmraliyê li girtîgehan di greva birçibûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe li Esenyurt a Stenbolê çalakî li dar xistin. Rêxistina HDP'ê ya Dersimê jî çalakiya rûniştinê li dar xist.    STENBOL    Malbatên girtiyan li Qada Esenyurt ê tevî dorpêç û astengiya polîsan dîsa kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Malbatên Girtiyan, Endam û rêveberên (HDP) li pêş avahiya HDP'ê ya Esenyurtê kom bûn û heta qada Esenyurtê meşiyan. Malbat piştî demekê li qade rawestiyan li vir çalakiya rûniştinê li dar xistin. Polisên hatin qadê nasnameya hemû çalakgeran kom kirin û di GBT'ê re derbas kirin. Polîsan demek kurt malbat bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û destûr nedan çalakiyê li dar bixin. Malbat tevi astengiya polîsan piştî kontrola GBT'ê dîsa meşiyan heta avahiya HDP'ê û diyar kirin ku wê dîsa bên.    DERSİM    Rêxistina HDPê ya Dersimê jî bi heman armancê di roja 14’emin de li Qada Seyit Riza çalakiya rûniştinê berdewam kirin. Hevserokên HDP'ê yên Desimê, Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk û gelek kesên din tev li çalakiyê bûn. Çalakger bi Laçikên Spî tev li çalakiyê bûn û pankarta “Deng bidin jiyanê û mila kes nemire" vekirin. Çalakiya rûniştinê bi çepikan bi dawî bû.