Şaredariya Periyê gava yekemîn a kooperatifê avêt 2019-05-19 21:06:35   DERSÎM – Şaredariya Perî ya Dersîmê yekemîn gava kooperatifbûnê avêt û bi rençberan re civin li dar xist. Piştî civînê li ser zeviya 30 dolimî dengîkê petêx û berbirojan çandin.    Şaredariya Perî ya Mazgirta Dersimê ji bo pêdiviya rençberan pêk bîne û pergala kooperatifê pêş bixe, civîna “Em dikarin kooperatifek çawa pêk bînin" li dar xist. Şaredariyê li salona pirtûkxaneyê bi rençberan re civîn li dar xist û fikrên wan girt. Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Rençberan Abdullah Aysu, Hevşaredarên Periyê Songul Dogan û Orhan Çelebî û gelek rençber  tev li civînê bûn. Hevşaredar Orhan Çelebi, diyar kir ku gelê Bajarokê ji sedî 90 karê rençberiyê dikin û ew dixwazin pergala kooperatifbûnê pêş bixin.    Hevşaredar Songul Dogan jî li ser hewldana jinan a kooperatifê û rola wan rawestiya. Dogan, anî ziman ku li Periyê jin hem di milê çandiniyê de û hem jî di milê sewalkariyê de pêşengiyê dikin.    Abdullah Aysu jî li ser mijara kooperatifbûnen çawa axwivî.    Hevşaredar û rençeran piştî civînê li ser zeviya 30 dolim dendikên berbiroj, petêx û zebeşan çandin.