‘Hiqûqa xwe pêk bînin' 2019-05-19 16:27:31   MÊRDÎN – Dayikên Laçik Spî yên li Qoserê ji bo balê bikişîn ser daxwazên zarokên xwe kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin, Bang li Wezîrê Dade kir û xwest hiqûqa xwe pêk bînin.    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Dayikên Laçik Spî, Endamen Meclisa Aştiyê û Malbatên girtiyan ên ji bo balê bikişînin ser daxwazên zarok û xizmên xwe yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di grevê de ne, li pêş avahiyên HDP û DBP'ê yên Qoserê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Guney jî tev li çalakiyê bû û piştgirî da dayîkan. Dayikên Laçik Spî li dijî tecîrdê rûniştin û bertek nîşanî astengkirin polîsan dan. Dayikan gotin "5 meh in zarokên me birçî ne. Em ê çawa li malê rûnên.  Heta ew têkoşîna xwe berdewam bikin em ê jî piştgiriyê bdiin wan."  HDP'ê û DBP'ê jî ciih girtin.  Dayikên ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn rastî astengiya polsîan hatin. Astengiya polîsan ji aliyê girseyê ve bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan şermezar kir.  Dayika girtî Abdullah Oran ê li girtîgeha Kiriklarê 140 roj in di grevê de ye Methiye Oran wiha got: "Em aştiyê dixwazin û mirinê naxwazin. Tiştekî qedexwe nakin zarokên me dimirin. Em dixwazin zarokên me bijîn."   Piştî axaftinê dayikan li ber avahiya HDP'ê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê li dar xist. Dayikan diyar kir ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û xwestin demildest tecrîd bê rakirin. Piştî çalakiya rûniştinê dayikan bi dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" berz kirn û derbasi HDP'ê bûn.