Ji Amedê bang li Wezîrê Dadê kirin: Gotina xwe pêk bîne 2019-05-19 15:04:01 AMED - Dayikên girtiyan ên Laçik Spî ku di bin dorpêça polisan û TOMA de li tenişta Parka Koşuyolu kom bûn, saetekê rûniştin û meşiyan avahiya TUAY-DER'ê. Dayikan li vir daxuyanî dan û diyar kirin ku nikarin mirinê temaşe bikin û bang li Wezirê Dadê kir û ku li gorî gotinê xwe gavan bavêje.  Dayikên Laçik Spî yên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Îmraliyê li girtîgehan di greva birçibûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, di roja 19'an de li pêş Aşê tenişta Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn. Dayikên ku di bin dorpêça polîs û TOMA de li Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê kom bûn dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî dayik kom bûn, polîsan bi TOMA'yan dayik dorpêç kirin. Rojnamegerên ku hatin qadê û xwestin dîmen û wêneyên dayikan bikişînin jî rastî astengiya polisan hat. Polîsan rojnameger asteng kirin û destûr nedan nûçeye bişopînin. Dayikên di bin dorpêça polîsan de dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Amed ranezê deng bide zindanan" berz kirin. Dayikan piştî saetekê li vir rûniştin meşiyan avahiya TUAY-DER'ê û li vir di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan û bang li Wezîrê Dadê kirin ku gavên şênber bavêje.    DAYIKAN DI BIN DORPÊÇÊ DE DAXUYANÎ DAN   Dayikên ku tevî dorpêçê çalakiya rûniştinê li dar dixistin, piştî saetekê rûniştin, bi dirûşmeyên “Zext me bêzar nakin", “Heq, hiqûq û edalet wê li zindanan pêş bikeve" û li meşiyan avahiya TUAY-DER'ê. Parlamenterên HDP'ê Saliha Aydeniz, Semra Guzel, Hişyar Ozsoy, Remziye Tosun û Musa Farisiogullari  tev li daxuyaniyê bûn. Dayikan di meşê de dirûşmeyên “Amed ranezê li zindanan xwedî derkeve", “Silav silav ji zindanan re hezar silav" “Leyla Guven rûmeta me ye" û "Bijî berxwedana Zindanan" berz kirin. Dayikan li pêş TUAY-DER'ê daxuyanî dan û bang li wezîrê dadê kirin ku gavên şênber bavêjin û li gorî gotinên xwe tev bigere. Dayikan piştî daxuyanî dan derbasî avahiya TUAY-DER'ê bûn.