Bi çepik û kornayan piştgirî dan malbatan 2019-05-19 14:37:23   STENBOL - Malbatên ku xwestin li pêş Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê li dar bixin û rastî astengiya polîsan hatin, heta Qada Şirinevlerê meşiyan. Dema dayik meşiyan, maşîneyên di rêde bi korneyan û çepikan piştgirî dan malbatan.    Çalakiyên malbatên ku zarokên wan li diji tecridê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de li pêş girtîgehan û qadan berdewam dike. Malbatên ku bi armanca piştgiriyê bidin daxwaza zarokên xwe xwestin li pêş Girtîgeha Bakirkoyê kom bibin, dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Malbatên ku li Rawestgeha Otobusan a Sîteya Zarokan a Rêya E-5 kom bûn, xwestin bimeşin Girtîgeha Bakirkoyê. Parlamentera HDP'e ya Stenbolê Zuleyha Gulum û nûnerên gelek rêxistinên demoratîk jî piştgirî dan dayikan. Malbatên xwestin bimeşin girtîgehê û rastî astengiya polîsan hatin, vê carê xwestin li Rawestgeha Otobusê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Polîsan dîsa bi hinceta biryara qeymeqam heye destûr nedan çalakiya malbatan. Malbatan jî bertek nîşanî helwesta polîsan dan û ji vir heta Qada Şirinevlerê meşiyan.  Dema dayik meşiyan, ajokarên maşîneyên di rêde bi korneyan û çepikan piştgirî dan malbatan.  Malbat piştî demekê dîsa hatin avahiya HDP'ê ya Bahçelievlerê û diyar kirin ku dê sibê dîsa bên.