Dayikên Laçik Spî yên Amedê di dorpêça TOMA de li Koşuyolû kom bûn 2019-05-19 13:19:44   AMED - Dayikên Laçik Spî yên zarokên wan di greva birçibûnê de ne, bi armancabalê bikişînin ser dawxazên zarokên xwe, dîsa li gel astengiyên polîsan di bin dorpêça polîs û TOMA de li parka Koşuyolu kom bûn. Polîs destûr nade ku rojnameger dîmen û wêneyên çalakikê bikişîne û rojnamegeran nêzî qadê nakin.    Dayikên Laçik Spî yên ku zarokên wan li dijî tecrîdkirina Îmraliyê li girtîgehan di greva birçibûnê û rojiya mirinê de ne, bi armanca balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe, dîsa li Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn. Dayikên ku di bin dorpêça polîs û TOMA de li Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê kom bûn dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Piştî dayik kom bûn, polîsan bi TOMA'yan dayik dorpêç kirin. Polisên ku bi TOMA dayik dorpêç bi ekzoza TOMA dayikan di bin dûxanê de hiştin. Rojnamegerên ku hatin qadê û xwestin dîmen û wêneyên dayikan bikişînin jî rastî astengiya polisan hat. Polîsan rojnameger asteng kirin û destûr nedan nûçeye bişopînin.    Dayikên di bin dorpêça polîsan de dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Amed ranezê deng bide zindanan" berz kirin. Dayik çalakiya rûniştinê berdewan dikin.