Wekîlê HDP'î: Êrîşa li dijî çalakgerên grevê wê kaos û krîzê kûr bike 2019-05-19 12:33:29   ENQERE – Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Murat Çepnî, têkildarî êrîşa li dijî çalakgerên greva birçîbûnê yên li girtîgehan diyar kir ku ger ji girtîgehan agahiyên xerab derkevin hikûmet nikare ji bin derkeve û wiha got: "Ger ku sibê agahiyek xwerab ji girtîgehê derkeve berpirsiyar hikûmet e. Hikûmet nikare ji bin derkeve. Di heman demê de hemû hêzên demokrasiyê nikarin ji bin vê yekê derkevin. Ev êrîş wê kriz, kaos û cudakariyê bêtir kûr bike."    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmirê Murat Çepnî, êrîşên li dijî çalakgerên li girtîgehan di grevê birçîbûnê de nirxand û wiha got: "Li girtîgehên ku çalakiya rojiya mirinê û greva birçîbûnê lê zêde ye, li ser navê lêgerînê hewldanên provokatif pêş dixin. Bi taybetî girtîgehên ku grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê lê zêde ne, li ser van girtîgehan zext zêde ne. Tevî hemû hewldanên HDP'ê ku xwestin biçin li girtîgehan hevdîtin bikin jî, dîsa rayedarên girtîgehê bi mere hevdîtin nekir. Ev erîş fêdê nadin tu kesî. Ev êriş wê bi xwe re kriz, kaos û cudakariyê pêş bixin."     'SERDEGIRTIN BÊ HINCET NAYÊN KIRIN'   Çepnî, da zanîn ku di 2 rojên dawî de zext û serdegritina li ser girtîgehan zêde bûye û wiha pêde çû: "Li hin girtîgehan rojê 2 caran bi ser kawîşan de digirin. Li gorî agahiyên ji mere hatin, serdegirtin bê hincet tên kirin. Divê tu serdegirtin bê hincet neyê kirin Radyoyên ku girtîgehê dane wan dîsa kom dikin. Doşekan davêjin erdê. Bê hincet bi ser odeyên girtiyan de digirin û odeyên wan belav dikin. Ev pêkanîn berê jî hebûn."    DIXWAZIN ŞER KÛR BIKIN   Çepnî, bibîr xist ku di vê pêvajoya ku daxwazên çalakgerên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê pêk bînin de, dijberî vêyekê alozî û kaosê zêde dikin û wiha pêde çû: "Ger ku sibê û rojek din agahiyek nexweş ji girtîgehan derkeve hikûmet û saziyên demokratîk wê di bin vê yekê de bimînin. Ji ber ku girtî ji bo daxwazên xwe biparêzin tenê ev rêya têkoşînê di destê wan de maye. Ji bo rêbazên din li pêş wan hatine girtin ji neçarî serî li vê rêbaza çalakiyê didin.  Ji ber vê yekê ev serdegirtina odeyan pir cîdî ye. Divê demek berî demekê hikûmet gavan bavêje. Divê kêliyek berî kêliyekê rê li pêş hevdîtinê bê vekirin û hevditin dest pê bike. Di salên 2000'an de jî li dijî girtîgehan êrîş pêk hatin. Niha dixazin dîsa serî li vê rêbazê bidin. Ev bêtir xizmeta şer dike. Ev şer bi rêxistin dike."    MA / Berivan Altan – Selman Guzelyuz