Şervanên HSD'ê nêzî sînorê Iraqê bûne 2017-11-16 17:57:58 DÊRA ZOR – Pêngava Bagera Cizîrê bi rizgarkirina heremên girîng didome. Di vê çarçoveyê de niha li gundê Sihêlê li rojhilatê çemê Firatê şer diqewime û şervanên QSD’ê li gundewarê rojhilatê çemê Firatê di şer de ne. Pêngava rizgarkirina rojhilatê Dêra Zorê ya Bagera Cizîrê ku ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk HSD’ê ve di 9’ê Îlonê de hate ragihandin, di roja 67’an de bi hemû leza xwe dewam dike. Li gorî ragihandina fermî ya Navenda Çapemeniya Dêra Zorê, li Dêra Zorê pêşveçûna şervanan bi rizgarkirina herêmên nû û stratejîk didome.   DERBÊN GIRAN LI DAIŞ'Ê DIDIN   Li gorî agahiyên ku ji aliyê HSD’ê ve hatin dayîn hat aşkerekirin ku di 12’ê Mijdarê de şervanan zeviyê petrolê yê Tenek ku 35 kîlometre dikeve rojhilatê Dêra Zorê rizgar kirine. Şervanan diyar kirin ku di encama pevçûna rizgarkirina zeviyê Tenek de 19 endamê DAIŞ’ê hatin kuştin, 4 erebeyên DAIŞ’ê yên cebilxaneyê hatin rûxandin û cenazeyên 7 endamên DAIŞ’ê ketine destê hêzên HSD’ê.    Di berdewama pêşketinên şervanan de gundê Bisêra ya li sêgoşeya çemê Xabûr û Firatê hat rizgarkirin û 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.   REJÎMA SÛRIYÊ DESTÛR NADE SIVÎL TAHLIYE BIBIN   Li gorî çavkaniyên ji Dêra Zorê hatine girtin, hat gotin ku roj bi roj rewşa sivîlên li Girava Hiwêca Katî li bakurê rojavayê Dêra Zorê xerabtir dibe û ji ber ku rêjîma Sûriyeyê rê nade bi sedan sivîl derkevin, ji ber ku giravê topbaran dike.   HEVSEROKA MECLISA DÊRA ZORÊ BANG KIR   Li ser vê yekê Hevseroka Meclisa Sivîl ya Dêra Zorê Leyla El Hesen ragihand ku bi sedan sivîlên li Girava Hiwêca Katî ji ber topbarana Rêjîma Sûriyeyê di dorpêçê de ne û rewşa wan her ku diçe aloztir dibe.   El Hesen di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku xwedî li wan sivîlan derkevin û Rejîma Sûriyeyê xwest topbarana xwe bidawî bike.    NÊZÎ SÎNORÊ IRAQÊ BÛNE   Li gorî agahiya ji çavkaniyên Dêra Zorê hatinegirtin, şervanên HSD’ê 20 kîlometre nêzî sînorê Iraqê bûne û nêzî Ebû Kemal bûne. Li gorî agahiyan gundên El Şihêl û El Zer ên dikeve rojhilatê gundewarê El Bisêra ji hêla HSD'ê ve hat rizgarkirin.