Endamê DÎK'ê: Êrîşa li dijî cenazeyan polîtîka dewletê ye 2019-05-19 09:04:09   DERSÎM - Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Abdullah Arkan, êrîşa li dijî cenazeyê HGP'ê rexne kir û wiha got: “Ev polîtikaya dewletê ye."Ez bang li hemû misilmanan dikim ku li gel mislimanan cihê xwe bigirin. Li dijî zordariyê dengê xwe bilind bikin."    Hefteya borî piştî operasyona eskerî ya li Dersîmê, di şer de endamekî HPG'ê jiyana xwe ji dest da. Eskeran piyê xwe da ser cenaze û wêne kişandin û piştre ev wêne li ser medya civakî parve kirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî vê sekna eskeran her diçe zêde dibe. Parlamenterê HDP'ê Alîcan Onlu, ev mijar bir rojeva meclîsê û xwest der barê vê yekê de lêpirsîn bê destpêkirin. ÎHD'ê serlêdana sûc kir û xwest ew kes bên darizandin. Lê heta niha têkildarî vekirina dozê de tu gav nehatiye avêtin. Di salên 1990'an de jî eskeran di operasyonan de li dijî cenazeyên endamên HPG'ê pêkanînên bi heman rengî dikirin. Îşkence bi cenazeyan dikirin û pêl li cenazeyan dikirin û wêne dikişandin. Di sala 2015'an de jî li dijî endama HPG'ê Kevser Eltürk (Ekin Wan) heman tişt kiribûn. Cenazeyê  Elturk tazî kiribûn û teşîr kiribûn. Her çend der barê polîs û eskeran de lêpirsîn hat vekirin jî tu encam nehat girtin.    Tirkiye li gorî "Peymana Li dijî Îşkence û pêkanînên Li Dijî Mirovahiyê yên Biçûkxistinê ya Neteweyên Yekbûyî" van pêkanînên karmendên cemaweriyê yên ku êş û elemê didin wekî îşkence pênase bike. Ev peyman erkê dide ku welatên ev îmze kiriye, hebûna wan a manevî biparêze û mîsoger bike. Li gel ku Tirkiye ev peyman îmze kiriye jî di salên dawî de dîsa pêkanînên ku rûmeta mirovan dixe bin pîyan zêde bûye. Tirkiye bi rûdanên pêş dikeve ji vê peymanê dûr disekine.    Tekildarî mijarê Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Abdullah Arkan, êrîşa li dijî cenazeyê HGP'ê rexne kir û wiha got: “Ev polîtikaya dewletê ye."Ez bang li hemû misilmanan dikim ku li gel mislimanan cihê xwe bigirin. Li dijî zordariyê dengê xwe bilind bikin. Li gorî kur-anê mirov hebûnek pîroz e. Li gorî ayetan kesekî ku mirov bikuje wekî cîhanekê xera bike. Kesê ku mirovekî rizgar bike jî wekî cîhanekê rizgar bige. Li gorî hadîseyên Pêxember jî "Yê herî baş ew kesê ku fêda wan digêje mirovan e. Yê herî xerab jî kesê zerara wan digêje mirovan e. Bi taybetî divê hurmetê nîşanî  miriyan bidin. Kesê ku miriye baweriya wî nayê pirsîn. Kesê mir bawerî û fikra wî çi dibe bila bibe divê hurmetê nîşan bidin."    BÊRÛMETIYA LI DIJÎ KESÊN MAFÊ XWE DIPARÊZIN TÊ KIRIN MUFSÎT E   Arkan, anî ziman ku 30 salin heman minak xwe dubare dikin û wiha berdewam kir: "Ev mirov ji ber ku li mafê xwe digerin û mafê xwe diparêzin tên kuştin. Îşkence li cenazeyên wan dikin. Kesên li hemberî kesê ku li mafê xwe digerin bê hurmetiyê bikin müfsît e. Bi vê yekê bi saxî dayik û bavê wan dikujin. Lîstika bi cenazeyan polîtîkaya dewletê ye. Hemû hikûmetên hatine ser kar serî li heman rê û rêbazê dane. Ev zarokên gelê Kurd in. Divê hurmetê nîşanî cenazeyên wan bidin. Politîkayên ku hurmetê nîşanî saxan nedin, qet hurmetê nîşanî miriyan jî nadin.    MA / Mehmet Şah Oruç