Bahadir ê 80 rojin di grevê de ye: Hêze bidin çalakiya dayikan 2019-05-19 09:02:10   EDENE – Ahmedcan Bahadir ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê 80 rojin di greva birçîbûnê de ye, bang li hemû hêzên demokrat, aştîxwaz û muxalifan kir ku dakevin qadan û tev li çalakiyê dayikan bibin. Bahadir, anî ziman ku roj ne roja li malê rûniştinê ye û xwest hêzê bidin hêza dayikan.    Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê ya ku Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dabû despêkirin, li girtîgehan berdewam dike. Bi hezaran girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê dene. 30 girtî li dijî tecrîdê di rojiya mirinê de ne. Yek ji girtiyê di çalakiya greva birçîbûnê de Ahmetcan Bahadir e. Bahadir ê li Girtîgeha Tîpa T-3 ya Tarsûsê girtî ye, ji 1'ê Adarê de 80 rojin di greva birçîbûnê de ye. Bahadir, bi rêya malbatê agahî dan û wiha got: "Morol û hêza girtiyan baş e. lê tenduristiya wan xerab dibe. Min ligel 19 hevalên xwe di 1'ê Adarê de dest bi grevê kir. Hin hevalên min xwîn verdişin. Çalakiyên dayıkan gelek pîroz e. Tenduristiya Ercan û Mahmut pir xerab e. Her dem tansiyonê wan dadikeve. Bêhal û sere wan gêj dibin. Em bang li hemû kesên muxalif û demokrasiyê diparêzin ku li dora dayikan bibin yek û hêzê bidin dayikan. Li vir tişta me dikuje bêdengî ye. Divê her kes guh bidin wîcdanê xwe. Divê hemû kesên bi wîcdan dengê xwe bilind bikin."    MIRIN JÎ HEBE EM DEST JI VÊ DOZÊ BERNADIN   Bahadir, mudaxaleya li dijî dayikan jî şermezar kir û wiha got: “Divê hevalen me yên ciwan rabin ser piyan. Divê ciwan li dayikan xwedî derkevin. Dayikên Laçik Spî rastî zilma polîsan tên. Roj ne roja rûniştinê ye. Divê her kes tev li çalakiyên dayikan bibin û hêzê bidin dayikan.  Roj roja berxwedanê ye. Heta tecrîda li ser Rêberê me Ocalan bi dawî bibe têkoşîna me yê bidome. Mirin jî hebe em dest ji doza xwe bernadin."