Dayika 75 salî ya kur û hevjînê wê girtî 20 rojin li ber xwe dide 2019-05-19 09:01:07   AMED – Hasîna Guler a 75 salî ya kurê wê 80 rojin di greva birçîbûnê de ye û hevjînê wê 25 salin girtî ye, 20 rojin bê navber tevî hemû tundî, zext û mudaxaleya polîsan li Parka Koşuyolu li dijî tecrîdê li ber xwe dide.    Dayika 75 salî Hasîna Guler a hevjîn û kurê wê girtî, 20 rojin li dijî tecrîdê berê xwe dide Parka Koşuyolu û nobetê digire. Hasîna Guler Kurê wê Habîb Guler 16 sal û hevjînê wê Siddik Guler jî 25 salin girtîye. Kur Habîb Guler li Girtîgeha Hêjmar 2 a Kandirayê ji 1'ê Adarê û virde 80  rojin di greva birçibûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Guler piştî hat girtin rastî cezayê muebetê hat. Hevjinê Hasîna Guler Siddik Guler ê 79 salî jî li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê girtî ye. Guler ê rastî cezayê muebbetê hatiye 25 salin girtî ye.    ‘BI BAWERÎ DADIKEVIM QADAN   Malbata Hasîna Guler di sala 1994'an de ji gundekî navçeya Bismilê ji neçarî koçî Amedê kirin. Guler ji 1'ê Gulanê heta niha bi armanca piştgiriyê bide girtiyen di greva birçîbûnê de û li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike berê xwe dide Parka Koşuyolu û tê li vir tev li çalakiya dayikan dibe. Guler xwest demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe û aramî bê girtîgehan û Tirkiyeyê. Guler ani ziman ku beriya kurê wê dest bi grevê bike kurê çû girtîgehê û wiha got: "Herî dawî beriya kurê min dest bi grevê bike min kurê xwe ziyaret kir. Ez pîr bûme nikarim her dim biçim kurê xwe bibînim. Lê nebînim ji hîs dikim ku kurê min di çi rewşê de ye. Li dilê min dişewite. Dema kurê min hefteyê çarekê telefonî min dike hêzek pir mezin dide min. Ez pir kêfxweş dibim. Ez bi hevî, moral û baweriya ku dide min têdikoşim."    ‘HETA TECRÎD BI DAWÎ BIBE EMÊ LI GEL ZAROKÊN XWE TÊBIKOŞIN   Guler, anî ziman ku piştî hevjînê wê hat girtin gelek zor û zahmetî jiya û wiha got: "Min gelek zor û zahmetî derbas kirin. Min bi zahmetiyên mezin zarokên xwe mezin kirin. Dema hevjînê min hat girtin zarokên min biçûk bûn. Dema em hatin Amedê kesî xanî nedida me. Dewletê gundê me şewitand. Xaniyê me şewitandin û em qexirandin. Me gelek zor û zahmetî dît."    Guler, bal kişand ser vîn û têkoşîna kurê xwe û wiha got: "Kurê min vîn û baweriya wî pir xurt e. Ji bo bawerî û têkoşîna xwe mirinê dide ber çavê xwe. Ez bi kurê xwe pir serbilind im. Dewhleta Tirkiye her tim me dixapîne. Gavan navêje. Tecrîd tenê bi dîtina carekê bi dawî nabe. Heta tecrîd bi dawî bibe ezê li gel kurê xwe têbikoşim. Dayik her roj dadikevin qadan. Çima ji ber ku kezeba wan dişewitin. Kî dixwaze li kolanan rastî lêdanê bide. Em dayik in. Çima wisa hişk êrîşî me dikin. Em dibêjin êdî bes e. Dema min di telegonê de got 'Tu çima ketiye grevê? Got me ew qas zilm û zorî dît. Me ew qas çavê xwe ji tecrîdê re girt. Ger ku ez ji niha û şûnde di nava vê têkoşînê de cih negirim ezê li ku cih bigirim? Me jî ew qas zilm û zordarî dît. Min jî got ez jî ger ku ji bo te ne li qadam bim kîyê li qadan be? Em bang li rayedaran dikin êdî bes e bila dengê me bibnîzin û gavan bavêjin. "