144 rojin di grevê de ye: Heta dilopa xwînê ya dawî ezê têbikoşim 2019-05-19 09:00:09   MÊRSÎN – Davût Ozer ê 144 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku heta dilopek xwîn di damarên wî de hebe wê li dijî tecrîdê têbikşe. Dayika Onder Zekiye Onder jî diyar kir ku girtî xwîn verdişin.    Bi hezaran girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Çalakiya greva birçîbûnê li 90 girtîgehên Tirkiye berdewam dike û 30 girtî ketine rojiya mirinê.  Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Davut Ondere e. Ozer di sala 2009'an de li Edeneyê bi îdîaya “endamtiya rêxistinê hat girtin. Onder ku ji 2 dozên cuda hat darizandin, bi giştî rastî 24,5 sal ceza hatiye. Onder, dema nû hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Eneyeyê. Ji wir jî sewqî Girtîgeha tipa F a Kirikkaleyê. Davût Onder ê 144 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku heta dilopek xwîn di damarên wî de hebe wê li dijî tecrîdê têbikşe.   Dayika Davût Onder Zekiye Onder, ji bo daxwaza girtiyan pêk bê û zerar negêje girtiyan her roj li qadan e. Zekiye Onder herî dawî di 12'ê Gulanê de çû hevdîtina kurê xwe û bal kişand ser rewşa kurê xwe. Zekiye Onder wiha got: "Girtiyan pir kîlo dane. Gelek ji wan xwîn verdişin. Nikarin ava şêrîn û şor vexwîn. Em li pişt têkoşîna wan in. Em heta dawî li pey wan in. Daxwazên wan daxwazên me ne. Divê ne tenê dayikên girtiyan, hemû dayik rabin ser piyan. Ev ne tenêdaxwaza me ye. Daxwaza hemû dayikan e. Divê hemû dayik rabin ser piyan.    BILA TECRÎD RABE GREV BI DAWÎ BIBE    Zekiye Onder anî ziman ku kurê wê ji wêre gotiye heta tecrîd bi dawi nebe çalakiya wan jî bi dawî nabe û wiha bi dawî kir: "Kurê min got ezê heta dawiya dilopa xwîna xwe ya dawî li ber xwe bidim. Girtî tevî hemû tenduristiya xerab dîsa moralê wan li cih e û bi bawerî ne. Dixwazin berî her tiştî tecrîd bi dawî bibe. Em jî dibêjin bila tecrîd rabe çalakiya greve bi dawî bibe. Bila aştî pêş bikeve mirov nemirin."