ROJEVA 19'Ê GULANA 2019'AN 2019-05-19 09:00:01   * Davût Ozer ê 144 rojin li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê li dijî tecridkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku heta dilopek xwîn di damarên wî de hebe wê li dijî tecrîdê têbikşe. Dayika Ozer Zekiye Ozer jî diyar kir ku girtî xwîn verdişin.   *   Hasîna Guler a 75 salî ya kurê wê 80 rojin di greva birçîbûnê de ye û hevjînê wê 25 salin girtî ye, 20 rojin bê navber tevî hemû tundî, zext û mudaxaleya polîsan li Parka Koşuyolu li dijî tecrîdê li ber xwe dide.    * Ahmedcan Bahadir ê li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê 80 rojin di greva birçîbûnê de ye, bang li hemû hêzên demokrat, aştîxwaz û muxalifan kir ku dakevin qadan û tev li çalakiyê dayikan bibin. Bahadir, anî ziman ku roj ne roja li malê rûniştinê ye û xwest hêzê bidin hêza dayikan.    * Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) Mele Abdullah Arkan, êrîşa li dijî cenazeyê HGP'ê rexne kir û wiha got: “Ev polîtikaya dewletê ye."Ez bang li hemû misilmanan dikim ku li gel mislimanan cihê xwe bigirin. Li dijî zordariyê dengê xwe bilind bikin."    *  Dr. Zekî Gul, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê û diyar kir ku ger li Girtîgehan girtî di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de be tu kes nikare bêje tenduristiya min li cih e. Gul, xwest Wezîrê Dadê bi lez TTB’ê dawet bike.    * Berxwedana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiriye, di roja 193'emîn de didome. Rojiya mirinê ya 30 girtiyên li girtîgehên cuda dest pê kiriye jî didme. Rojiya mirinê ya koma yekemîn di roja 20'an de ye.    * 21 dayikên ku zarokên wan di greva birçîbûnê de ne, wê çalakiya xwe ya piştî 5 rojan li Navenda Giştî ya HDP'ê berdewam bikin.    * Hewldana 78'an wê li salona Resepsiyonê ya Sumerparkê civîna Meclîsa Tirkiye ya 78'an pêk bîne. (10.00)   * Dayikên ku zarokên wan li dijî tecrîdê di greva biçîbûnê de ne wê çalakiya xwe li avahiya HDP'ê ya Rihayê, Parka Koşuyolu ya Rezan a Amedê, pêş Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê, Parka Îsmet Înonu ya Edeneyê û pêş Girtîgeha Gebzeye berdewam bikin. (12-14.00)    * Xizmên windayan wê bi minasebeta hefteya windayan Hasan Ocak û Ridvan Karakoç li Goristana Gazî li ser gorên wan bibîr bînin. (12.00)   * Bajaroka Perî ya Dersimê wê des bi çandiniya zebeş û petêxan bikin. (13.00)   * Nûner û rêxistinên demokratîk ên li Qoserê bi armanca balê bikişînin ser greva birçîbunê wê kom bibin. (14.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê bi armanca balê bikişînin ser çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê wê li avahiyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (18.00)