Rêxistinên demokratîk Ferhat Kurtay û hevalên wî bibir anîn 2019-05-18 17:43:06 MÊRDÎN - Rêxistinên Demokratîk ên li Mêrdînê Ferhat Kurtay û hevalên wî yên li dijî îşkence û tundiya rayedarên Girtîgeha Amedê çalakî pêk anîbûn, li ser gora wan bibîr anîn.    Rêxistinên Demokratîk Ferhat Kurtay, Mahmut Zengin, Eşref Anyık û Necmi Oner ên di 18'ê Gulana 1982'an de li Girtîgeha Amedê li dijî zilm û îşkenceya rêveberiya girtîgehê çalakî pêk anîn û agir berdan bedena xwe, li Qosera Mêrdînê bibîr anîn. Nûnerên Rêxistinên Demokratîk li ser gora Ferhat Kurtay a Goristana Çeçan kom bûn û 4 pêşengên PKK'ê li ser gorê bibîr anîn. Di bernameya bîranînê de rêz girtin û dua xwendin. Li vir parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, Çaran û Rêberên Şoreşger ên Tirkieyê Îbrahim Kaypakkaya bikîr anî û wiha got: "Wan li dijî zilma faşîst, zor û tundiya dewletê li Zindana Amedê li ber xwe dan û ji bo me çirûskek pêxistin. Ev çirûska wan pêxist îro rêya me ronî dike. Çawa ku wan wê rojê li dijî zilmê li Zindana Amedê berxwedan pêş xist, niha jî li Zindana Amedê li dijî rejima zordarî berxwedan pêş dikeve. Îro jî hevrêyên wan li Zindana Amedê di pêşengiya Leyla Guven de berxwedan pêş xist û li çar perçeyên Kurdistanê û ewropayê belav dibe."   Bernameya bîranînê piştî axaftinê bi dawî bû.