Ji bo bîranîna windayan qurnefil avêtin bahrê 2019-05-18 17:23:52 ÎZMÎR - Xizmên windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan ji bo bîranîna windayan qurnefil avêtin bahrê.  Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê, bi boneya “Winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li pêş Sumerbank a Berê ya Konakê kom bûn û çalakiya xwe berdewam irin. Rêveberên ÎHD'ê, xizmên windayan, Rêveberên HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk û sivîl beşdarî çalakiyê bûn. Xizmên windayan di çalakiyê de pankarta "Winda diyar in, fail li ku ne" vekirin û daxuyanî dan. Li ser navê saziyan Rêveberê ÎHD'ê yê Îzmirê Caner Canli daxuyanî da. Canli, anî ziman ku windakirina di bin çavan de wekî polîtîkaya dewletê ye û wiha got: "Li dijî muxalefeta civakî yek ji êrîşen bi rêk û pêk windakirina mirovan e. Dewletê bi rêbaza qirêj mirovên li dijî pergalê bi awayekî çalak têkoşiyan windakirin û xwestin civaka muxalif bêdeng bikin. Karkerên bi rêxistin, sendikavan, rojnameger, rewşenbir, nivîskar û hiqûqnas winda kirin. "    Piştî daxuyaniyê qurnefil avêtin bahrê û winda bibîr anîn.