Xizmên windayan: Komîsyona Hevrûbûna Paşerojê ava bikin 2019-05-18 16:45:57 AMED / ÊLIH – Xizmên windayan ên li Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li şaxên ÎHD'ê kom bûn, bi wesîleya Hefteya Windayan xwestin heqîqet bê ronîkirin û ji bo avakirina aştiya civakî jî xwestin “Komîsyona Lêgerîn û Heqiqetê ya Hevrûbûna Paşerojê" bê avakirin.    Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 535’an de dîsa li şaxa ÎHD'ê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Malbatên windayan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Endam û rêveberên ÎHD'ê, Nûnerên TÎHV'ê, Endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê jî di daxuyaniyê de cihê xwe girtin. Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayın, Akademîsyenên Aştiye yên Zanîngeha Dîcle, Endamên Platforma Îxracan a Amedê û parazvanên mafên mirovan jî piştgirî dan çalakiyê.    'RÊBAZEK TUNDIYÊ YE'    Bi minasebeta 17-31'ê Gulanê Hefteya windayan, daxuyaniya ku ÎHD û TÎHV'ê hevpar amade kiribûn xwendin. Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin, daxuyaniya hevpar xwend. Yalçin, anî ziman ku revandin û windakirina bi zorê bi taybetî di serdema şer de bi armanca tunekirinê pêş ket û wiha got: "Ev wekî rebaza tundiyê ya bi pergal tê zanîn. Di dîroka pir nêzîk de li welatên  Latin Amerika û welatên wekî Afrikaya Başûr, Sri Lanka, Filipinler, Irak, Suriye  hin komên paramiliter ên li ser navê dewletê tev digeriyan, serî li vê rêbazê  dan û îhlalên mezin ên mafên mirovan pêş xistin."    Yalçin, anî ziman ku li herêmê û Tirkiye zêdeyî 35 salin şer heye û wiha got: "Hêzên dewletê gelek kes bi zorê hatin revandin û windakirin. Kuştinên kujer nediyar û înfazên bê daraz pêş xistin. Li gel ku kesên bi zorê hatin revandin û windakirin pir zêde bûn jî der barê bersûcan de tu kar û barên zagonî nehatin kirin. Ji ber vê yekê bi awayekî pergal, polîtîkaya bêcezakirinê pêş xistin."    DAXWAZ    Yalçin, anî ziman ku Walîtiya Amedê ji 1'ê ÎLona 2018'an di Roja Aştiya Cîhanê de bi awayekî bê navber qedexe daniye ser çalakiyê û daxwazên xwe wiha rêz kirin:    “*Bi minasebeta "17-31'ê Gulanê Hefteya Têkoşkîna li Dijî Windayên Di Bin Çavan de A Navneteweyî"  divê ev daxwaz pêk bên.    * Divê berî her diştî aqûba kesên bi zorê hatin revandin û windakirin bê ronîkirin. Divê kujerên kesên bi zorê hatin revandin û kuştin bên dîtin û darizandin. Divê dewlet arşîvên xwe vek e.    * Em bang li hikûmetê dikin ku erka "Peymana Navneteweyî ya Der Barê Parastina Windayan a Kesên Dibin Çavan de ya NY'ê îmze bikin û têxin meriyetê.    * Em bibîr dixin ku Tirkiye bibe alîyê Statuya  Roma ku Dadeha Ceza ya Navneteweyî ava kiriye.    * Em dixwazin ku endamên darazê dest ji bêcezakirinê berdin. Li gorî belgeyên navneteweyî tev bigerin û der barê hemû kesên di bin çavan de hatine windakirin lêpirsînek çalak bidin destpêkirin.    * Ji bo li ser vê axê carek din ev êş dubare nebe, ji bo civak di nava aştiyê de bijî, em dixwazin “Komîsyona Lêgerîn û Heqiqetê ya Hevrûbûna Paşerojê" bê avakirin.    ÇÎROKA WINDA    Rêveberê ÎHD'ê Adnan Orhan  jî piştre çîroka Îkram û Servet Îpek û Seyithan Yolur ên di 18'ê Gulana 1994'an de li gundê Turalli yê navçeya Pasûra Amedê hatin windakirin xwend.    Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan berdewam kir.      ÊLIH      Li Elihê ji xizmên windayan û ÎHD'ê bi heman armancê di hefteya 442'an de kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmen windayan û rêveberên ÎHD'ê li salona ÎHD'ê wêneyên windayan rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Mehmet Zeki Tanguner li ser navê malbatan daxuyanî da û wiha got: "442  hefte ye em aqûbeta windayan dipirsin. Em di hefteya windayan de ne. Lê hêj çalakiya me ya li derve qedexe ye."  Tanguner, piştre çîroka Kadrî Yilmaz e di sala 1994'an de li navçeya Liceyê hat windakirin xwend.    Çalakî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.