Malbat li dijî tecrîdê ji Bakirkoyê heta Şirinevlerê meşiyan 2019-05-18 15:56:38 STENBOL - Malbaten bi armanca balê bikişinin ser tecridê û piştgiriyê bidin daxwaza çalakgerên di greva birçîbûnê de, li pêş Girtîgeha Bakirkoyê kom bûn nobeta xwe berdewam kirin. Piştî polîsan malbat asteng kirin, malbat heta Qada Şirinevlerê bi drirûşme û tilîliyan meşiyan.    Malbat û dayikên ku bi armanca daxwaza zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de bilind bikin û balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li pêş Girtîgeha Tîpa L a Bakirkoyê  her roj kom dibin, îro jî çalakiya nobetê berdewam kirin. Dayikên ku li Rawestgeha Otobusan a Sîteya Zarokan a li ser Rêya E 5 kom bûn;  xwestin bimeşin. Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) jî hatin cem dayikan bûn û piştgrî dan dayikan. Dayikên ku li rawestgehê kom bûn û xwestin bimeşin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan diyar kir ku biryara qeymeqamiyê heye û çalakiya meş û xwepeşandanan qedexe ye û astengî derxistin. Parlamentera HDP'ê Zuheyha Gulum jî anî ziman ku daxuyaniya çapemeniyê ne girêdayî destûr ê ye û kengî li ku bixwazin wê li wir daxuyaniyê bidin." lêdîsa polîsan destûr nedan.    Piştî astengiya polîsan dayik û malbat ji Bakirkoyêheta Qada Şirinevlerê meşiyan û dirûşme berz kirin. Malbat û dayikan di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Malbatên ku bi tilîlî û dirûşmeyan helwesta polîsan şermezar kirin piştre derbasî avahiya HDP'ê bûn.